Civak
Parlementeriya Dicle hat îptalkirin
Dezgehê bilind yê hilbijartinê, parlementeriya parlemeterê kurd yê Diyarbekirê Hatib Dicle îptal kir. Wek tê zanîn Hatip Dicle di çerçova doza KCK-ê de hati bû girtin û di zindanê de bû. Di hilbijartinan de wek berendamê serbixwe bibû berendamê parlementoyê ji Diyarbekirê. Hatip Dicle li Diyarbekir dengên herî bilind anî û bû parlementer.
Lê ji berî hilbijartina du rojan dadgeha temîzê cezayê Dicle yê salek û heşt mehî testîq kir. Niha jî Dezgehê bilind yê hilbijartinê bi yek dengî biryar da ku parlementeriya hatib Dicle neyê qebûl kirin. Ev biryara dezgehê hilbijartinê bûye cihê minaqeşeyek mezin li Tirkiye. gelek alî vê wek biryarek hukukî nabînin.