Parlementerên Ewropa daxwaza sekinadina şer li Tirkiye kirin
Hinek parlementerên Ewropa nameyek ji hukûmeta Tirkiye re şandin û tê de daxwaz ji hukûmetê kirin, ku ev şerê heyî bidin sekinandin û ji bo vê yekê jî agirbestekî çêbikin.
Parlementerên Ewropa herweha daxwaz ji berpirsên Tirkiye kirin ku, pirsgirêka heyî bi rêya diyalogê ne bi metodên leşkerî çareserbikin. Ji bo vê jî ji hukumetê xwestin kul i gel kurdan danûstanikî bikin.
Van parlementerên, ji Fransa, Ingiltere, Holanda, Belçîka û Denmark dan xuyakirin, ku ew ji bo heyîna şer dilgiranin û dixwazin li gel kurda aşitiyek çêbibe.
Parlementeran di nama xwe de behsa girtina kesên sivîl kirin daxwaza berdana wan kirin. Herweha ji hukumetê û PKK-ê jî daxwaz kirin ku çeka kar neynin.
Parlementerên Ewropa di nama ku ji Tirkiye re rêkirîn de dane kifşkirin kul i çiyayê Qendîlê çekên qedexekirî hatine karanîn.