Parlementereke Kurd li Rûsya madalya Putîn wergirt
Li 24 Eylula 2020 li Koşka Kremlin madalya rêzgirtinê pileyeke Vladimir Putin Serokê Rûsya bi Zelîmxan Mutsoyêv Parlementerê Kurd li Parlemena Rûsyaya Federal (Encûmenî Duma) re bexşîn. Ev madalya ji bo wê xizmeta berfireh ya Zelîmxan tê ku li warên cûda cûda da pêşkêş kiriye.
Zelîmxan Mutsoyêv Kurdeke Êzîdî yê nîştecihê Moskowê ye, heta niha 5 pênc car li ser yek li hilbijartina Parlemeniyê da bi zêdetirê dengan hatiye hilbijartin. Cara dawî li hilbijartina 18/09/2016 bi zêdetirê dengan li bazneya herêma Pêrve – Uralsk (Encûmena Doma) ya Rûsya ya Federal de, bû Endamê Parlemena Rûsya. Bi vê yekê jî li diroka hilbijartinên Parlemena Rûsya hejmareke pîvaneyî tomarkir, ji ber ku take endam Parlemane pêncemîn car li ser hev zêdetirê dengan bi dest tîne û dibê Endamê Parlemena Rûsya.