
Rêveberê Giştî yê Asayişa Hewlêrê Dr. Tariq Nûrî di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info, ragihand ku ew çekdarên ku duhî êrîş kirin ser avahiya Parêzgeha Hewlêrê ser bi Mela Îsmaîl Sûseyî bûne û ew mela ser bi DAIŞê ye û mijûlî pilanan bû ku karên terorîstî bû li Hewlêrê.Mela Îsmaîl Suseyî parlamenterê berê yê partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê bû û îtîraf kiriye ku ser bi DAIŞê ve ye.Dr. Tariq Nûrî ragihand: “Belge di destê me de hene ku ew çekdarên ku duhî êrîş kirin ser avahiya Parêzgeha Hewlêrê û hatin kuştin, ser bi DAIŞê ve bûne. Lê hevalê wan nehatine kuştin û hatin girtin. Beriya 3 hefteyan melayek bi navê Mela Îsmaîl Sûseyê ji aliyê asayişê ve hat girtin, ku berê li ser menberên mizgeftan bû, lê ji ber ku tund bû, hatibû dûrxistin. Me gelek kes girtine ku girêdayê wê girûpê bûn a ku karê terorîstî kirin û dê bighên ceza xwe.”Rêveberê Asayişa Hewlêrê wiha got: “Dema me Mela Îsmaîl hat girtin, me nas kir ku pilanên wî hene ku karên terorîstî bike. Gelek çek di mala wî de hatin dîtin. Li pêşiya dadwer îtîraf kir ser bi DAIŞê ye. Herwiha me beriya niha jî girûpeke terorîstê girtin ku pêwendiya wan bi Mela Îsmaîl hebû û alîkariya DAIŞê kiribûn.”Dr. Tariq Nûrî ragihand: “Mela Selîm Şûşkeyî ji ber ku Parlamenter e, nehatibû girtin û niha revyaye Silêmaniyê, lê êdî fermana girtinê jê re derketiye û pêwîst e bi tometa terorê bê girtin. Wî xwe li Silêmaniyê veşartiye.”