Parlementerê AKPê helwesta wezereta navxwe li himber zimanê Kurdî şermezar kir

Parlementerê AKPê yê Erdehanê Orhan Atalay jî li himber vê helwesta Wezereta Navxwe bertek nîşanda û di Twitterê de daxûyaniyek ragihand û ev helwesta wezereta navxwe şermezar kir. Atalay di daxûyaniya xwe de dibêje: Eger heyina zimanekî neyê qebûl kirin ev tê wateya inkarkirina kesên bi wî zimanî diaxêvin. Heyîna Miletek herî kevnare yê vî welatî neyê dîtin, ev yek gelekî ne raste. Hêvî dikim KADES vê çewtiya xwe serast bike û Kurdî jî cihê xwe di nava zimanên bira de cih bigre.

Asayîşa Giştî li ser medya civakî daxûyaniyek ji bo dezgehê Arikariya Di cih de ji bo Jina (KADES), bi zimanê Tirkî, farisî,Rusî,Ingilîzî û Fransî belav kiriye. Lê di vê daxûyaniyê de zimanê Kurdî tunebû.

Wezareta navxwe ya Tirkiye ji bo tundîya li himber jina bisekine û kêm bibe sala 2018ê dezgehek bi navê KADES damezirinadiye û bi vê rêyê hewldide ku kaşo arikariya jina bike û tundiya li hinber jinê kêm bike.

Lê daxûyaniya ku asayaişa giştî ya Tirkiye ji bo jina ragihandî zimanê Kurdî nehatiye nivîsandin. Li himber vê helwesta Asayîşê gelek bertek di medya civakî de hate nîşandan û hate gotin ku, li vî welatî zêdeyî 30 milyon Kurd dijîn, di vê daxûyaniyê de tunebûna zimanê Kurdî nijadperestiye. Ev helwesta wezereta navxwe hate şermezarkirin.

Nerîna min :