Polîtîk

Parlamentoya Kurdistanê êrîşa Îranê şermezar kir

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi tundî êrîşên dawî yên Îranê li ser çend deverên Herêma Kurdistanê şermezar dike.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro Duşemê 21ê Mijdara 2022yan di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li hemberî êrîşên herî dawî yên mûşekî û dronan ên Îranê yên li ser çend navçeyên herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê nîşan da.

Di daxuyaniya xwe de Parlamentoya Herêma Kurdistanê ew êrişên vê dawiyê yên Îranê weke bê sedem penase dike û dibêje: “Em bi tundî van êrîşên bêhincet şermezar dikin.”

Parlamentoya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê dike ku pêwîst e pêwendiyên ligel hemû cîranan li ser bingeha rêz û berjewendiya hevbeş, bêyî destwerdana karûbarên navxwe yên hev û pabendbûna temam a yasayên navdewletî bê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em êrîşên leşkerî yên li hemû aliyan şermezar dikin û em di wê baweriyê de ne ku çareserî û mekanîzmayên leşkerî ti pirsgirêkan çareser nakin, lê dê asoyên çareseriya herêmî û aştiyê hêj bêhtir bixe nava xeteriyê.”  

Parlamentoya Kurdistanê di heman demê de ji hikûmeta Bexdayê  daxwazê dike ku erka xwe ya destûrî ji bo parastina serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk bîne û hemû rêyên dîplomasiyê ji bo vê armancê bikar bîne.

Back to top button