CivakRojev

Parlamento dê di meha Îlonê de dest bi rûniştinên xwe bike

Civîna nû ya yasayî ya Parlementoya Kurdistanê dê di meha Îlonê de were lidarxistin.

Endama Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Lîza Kakeyî ji malpera fermî ya parlamentoya Kurdistanê re gotiye, bêhnvedan di destpêka meha bê de bi dawî dibe û civîna nû ya yasayî dê di meha Îlonê de dest pê bike. Pirojeyên giring ji aliyê komîteyên pêwendîdar ve hatine amadekirin.

“Civîna me wek fraksiyona li ser pirsa destûra Herêma Kurdistanê bû û weke amadekariyek ji bo civîna nû ya parlamentoyê bû ku bi hev re kar bikin û giringiyê bidin proje yasayên girêdayî jiyan û debara welatiyan.

“Hin rapor hene ku bi rêya yadaştnameyê ji komîteyên pêwendîdar ên Parlamentoya Kurdistanê re hatine şandin, her komîteyek dê raporta xwe amade bike û li ser vexwendina aliyên pêwendîdar ên hikûmetê û piştre jî wezaret yan dezgehên li parlamentoyê dê kar li ser were kirin. .”

Back to top button