PolîtîkRojev

Parlamenterên PDKê li Bexdayê wek partiyên din di eniya dijî Kurdistanê de cîh nagrin

Şirovekarekî siyasî ragehand, parlamenterên PDKê li Iraqê wek parlamenterên partiyên din di eniya dijî Kurdistanê de cîh nagrin.

Parêzer û Şirovekarê siyasî li bajarê Silêmaniyê Şabaz Sîweylî ji BasNewsê re ragehand: Proseya helbijartinên vê carê ya Parlamentoya Iraqê proseyekî cuda ye li gor helbijartinên din. Ji ber di vê helbijartinê de bangeşeyekî aram birêve diçe. Herwaha partiyên Kurdistanê geheştine wê baweriyê çend bîr û ramanên wan cuda jî be, pêwîste li parlamentoya Iraqê karê cîdî bikin ji bo cîhbicîh kirina mafên destûrî yên gelê kurd û pêgeha kurd bihêz bikin. Ji ber vê jî helbijartina vê carê cuda ye, lê tişta giringe û cîhê destxweşiyê ye serokê herêma Kurdistanê bixwe daxwaz ji hemû partiyan kir bangeşeyekî aram bikin. Bê guman PDK wek take partî heta naha di bangeşeya helbijartinê de ti aliyek bi xiyanetê tewanbar nekiriye û bi awayekî aram û hemdemî bangeşe bo lîsteya xwe dike.’’

Şabaz Sîweylî got: Hemû partî rikberiyê dikin ku hejmara kursiyên xwe zêde bikin. Lê li gor wan rapirsiyên tên kirin ên navnetewî, rêjeya dengên PDKê bi awayekî berçav zêde bûye. Ji ber vê jî vê carê kursiyên PDKê li Parlamentoya Iraqê dê zêde bibin.

Herwaha got, dengên PDKê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî zêde bûne û ragehand: ‘’Eger li ser asta Silêmaniyê em li dengên PDKê binêrin, emê bigehin wê encamê ku dengên wê partiyê zêde dibin û vê rewşê de PDK dibe partiya yekem.’’

Şabaz Sîweylî sedemê zêdebûna kursiyên PDKê jî rawe kir ku vê partiyê di dîrokê de îspat kiriye ku xwediyê destkeft û parêzerê axa Kurdistanê ye. xwediyê bi dehan destanên mezin e ji bo parastina axa Kurdistanê û li ser asta hikûmranî jî cudayiyên zêde hene di karên PDKê yên li gel partiyên din de.

Şabaz Sîweylî got, berevaniya tund a PDKê li pêkhateya herêma Kurdistanê, tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê  û bûyerên xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê li gel xwe anîn û ragehand: Yek ji xalên giring ên PDKê ew e ti parlamenterekî wê partiyê wek parlamenterên partiyên din nakevin eniya dijî pêkhateya herêma Kurdistanê de. Ji ber wê jî xelkê Kurdistanê baweriya xwe bi PDKê tîne û wê partiyê wek parêzerê pêkhateya siyasî ya herêma Kurdistanê dizane.

Back to top button