Parlamenterê Rûsyayê: Serok Barzanî hezkirina Kurdistanê xist dilê me hemûyan

Parlamenterê bajarê Yorslavê yê Rûsyayê Mîşa Xalidyan, dibêje ku Mela Mistefa Barzanî doza Kurd anî holê û niha jî Serok Mesûd Barzanî pêşengiya wê pirsê li cîhanê dike û Herêma Kurdistanê jî di cîhanê de kir nimûneyek baş.
Mîşa Xalidyan, di hevpeyvîna ligel malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand û got: “Niha Serok Barzanî di dilê hemû Kurdên niştimanperwer, welatperwer, netewhez û serxwebûnxwazan de ye. Serok Barzanî hezkirina Kurdistanê xist dilê me hemûyan, dikarî doza Kurd bihêz bike û li ser rêbaza Barzaniyê bavê xwe berdewam be”.
Xalidyan weha got: “Dema ku nemir Barzanî hat Sovyeta berê, hê jî xelk bi wê hezkirinê dixwazin Kurd, Kurdistan û Serok Mesûd Barzanî bibînin û piraniya xelkê navê Barzanî li zarokên xwe kirine”.
Parlamenterê Rûsyayê got: “Herêma Kurdistanê xwedî parlamento, sînor, serokatî û rewatiya xwe ye, Hewlêr jî pêşkeftinek mezin bi dest xistiye û bûye navendek mezin a dîplomasiyê, lê Iraq bi her awayî xirab bûye.Hemû cîhan Hewlêr nas dikin”.
Xalidyan herweha got: “Niha ya ku me dilxweş dike ew e ku Kurdistan mala hemû pêkhate û olên cuda ye. Êzîdî merasîmên xwe li gor daxwazên xwe pîroz dikin. Êzîdiyên Rûsyayê bi qasî dinyayekê bi mafên Êzîdiyên Kurdistanê kêfxweş dibin, dizanin Kurdistan mala Êzîdiyan e û li Kurdistanê gelekî qedrê Êzîdiyan tê girtin”.
PDK info


