Civak
Komkujiya Dersimê nayê jibîrkirin

Berî 87 salan, di 4ê Gulana 1937an de, bi biryarnameya meclîsê û bi erêkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak biryara Komkujiya Dersimê hat dayîn. Di komkujiya hovane de bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin û nefîkirin.
Bi Biryara Lijneya Wezîran a Operasyona Tenkilê ya Tûnceliyê, di 12ê Gulana 1937an de Dersim hat dorpêçkirin û bi vî awayî dest bi komkujiyê hat kirin.
Komkujiya Dersimê di dîroka Kurdistanê de rûpelek reş û dîroka Tirkiyê de rûpelek rûreşiyê ye.
Em di 87. salvegera Komkujiya Dêrsimê de bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê ditewînin.


