Polîtîk

Parlamenterê Partiya Pêşerojê: Ger em derbasî AK Partiyê bibin, emê bi Serokê xwe re derbas bibin.

Li Tirkiye di kulîsên siyasî de behsa vegerandina serokê Partiya Pêşerojê Davutoglu ji bo AK Partiyê tê kirin.

Mustafa Nedîm Yamaliyê yek ji damezrînerên Partiya Pêşerojê û Parlamenterê Enqereyê . Yamalî diyar kir ku bi AK Partiyê re hinek hevdîtin kirine û wiha got: “Ahmet Davutoglu ji hemû hevdîtinên ku di partiyê de tên kirin agahdar e. Heke em derbasî AK Partiyê bibin em ê bi hevre vê bikin.”
Li gel ku îdiaya 7 parlementerên partiyên muxalefetê dê derbasî AK Partiyê bibin di rojevê de germ e, Mustafa Nedîm Yamaliyê ku tê îdiakirin ku ji Partiya Pêşerojê derbasî AK Partiyê bibe, dawî li bêdengiya xwe anî hinek daxûyaniyên ku di qada siyasetê bibe babetek germ a gotubêja anî rojevê.


Mustafa Nedîm Yamalî der barê îdiayan da wiha got: “Em hin hevdîtinan dikin. AK Partî jî yek ji van hevdîtinan e. Hevalên me yên ku bi salan bi wan ra xebitîn hene. Ji bo AK Partiyê hin pêşniyarên me hene. Ez yek ji damezrînerên AK Partiyê me. Em bi hev re diaxivin, lê niha di nava partiya xwe de xebatên xwe didomînin.


Yamali diyar kir ku ji bo vegerandina rewşa perçebûyî ya siyasetê ew ê xebatên xwe bidomînin û got, “Em piştî hilbijartinê ketin serdemeke nû. Di vê serdema nû de her kes hewl dide nexşerêya xwe diyar bike. Ev ne tenê rewşek e. Têkildarî partiya me parlamenterên partiyên din jî li ser vê yekê dixebitin.

Back to top button