Parêzgerê Mûsilê peymaneke petrolê di gel Hewlêrê îmza kir

Parêzgerê Mûsilê Esîl Nuceyfî ragihand doh yekşemê li ser danîna parzenîngeheka neftê di gel Herêma Kurdistanê îmza kiriye.

Esîl Nuceyfî got :”Îmza li Hewlêrê bi amadebûna Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî hatiye îmza kirin”.

Nuceyfî da zanîn peyman hêsankariyê Hikumeta Herêma Kurdistanê li kêlgehên petrolê yên hevbeş ya di navbera Herêma Kurdistanê û Nînowa(Musil) da bi xwe ‌ve digre‌.

Nerîna min :