Polîtîk

Parêzgarê Kerkûkê dixwaze Kurdan ji Kerkûkê derbixe

Li gor nivîseke nihênî ku hatiye belavkirin Rakan Cibûrî Parêzgerê Kerkûkê bi wekalet, daxwaz ji Fermandeyê Operasyonên Hevbeşên Kerkûkê kiriye kesayetiyeke ji eşîreta Şemmer ya li gûndê Pelkane bi cîh bike.

Wekî Rakan Cibûrî li nivîsê de balkişandiye ser ew kesayetiyê xelkê resenê Kerkûke û ji 2003 wî koçkirine.

Li nivîsê de daxwaz dike prose bi dû qonaxan bê, di destpêkê de li wan xaniyan bêne nîştecîh kirin ku betalin û paşê ew kesên ku li xaniyan dane ku bi awayeke qaçaxî û zêdeçûnê bi nav kiriye û mebesta wî welatiyên Kurde bêne derxistin û ew Serok Eşîret li cihên wan bêne nîştecîh kirin.

Welatiyeke nîştecihê Pelkane di derbarê daxwaziya Rakan Cibûrî û vegerandina wan kesayetiyên Ereb ragihand: Ewê Rakan Cibûrî daxwaz dike û dixwaze bi cîh bike, heman daxwaziya Saddam Hûsêne ku bi biryara Be’esiyan ew kesayetî û sedan kesên din bi zorê li ser ax û ava Kurd hatin nîştecîh kirin û niha Rakan Cibûrî wê yekê dûbare dike.

Her wiha got: Ew kesayetiyên Ereb ji ciheke din anîne û ne xelkê Iraqê ye û ji welatên din ji bo têkdanê anîne û ji 2003 reviyan. Xelkê gund her biryareke dinê wekî Be’esiyan qebûl nakin û axa xwe radestî hîç kesek nakin ku peymaneke sexte ya li serdema Seddam pêre heye û dixwaze cîhek nîştecîh bibê ku tapoya qoçana wê heye û mûlkê bab û bapîrê xwe ye.

Her wiha daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê û Serkirdayetiya Siyasiya Kurd û Parlementeran dike piştgîriya wan bikin ji bo rûbirûbûna wê plana Rakan Cibûrî û darûdestên wî ku armanca wan guhertineke dine û derxistina welatiyên resenê Kurde.

Back to top button