Civak

Parêzgarê Hewlêrê: Em hêvîdar in lêkolîn di derbarê bûyera Mexmûrê de bê kirin

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav diyar kir ku doh di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de şer derketiye û ji bo ewlekarî û aramîya navçeyê divê sedem bên diyarkirin.

Xoşnav, di daxuyanîya xwe de diyar kir ku doh li devera Mexmûrê ji ber têgihîştina li xala kontrolê ya leşkerî ya li Çiyayê Karaçukê bûyerek nexweş rû da û di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de şer derket.

Xoşnav, destnîşan kir ku di şer de kuştî û birîndar hene û wiha got: “Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Em hêvîdar in ku di zûtirîn dem de bûyer bê lêkolînkirin, sedemên wê diyar bibin û çareserîyek guncaw bê dîtin”.

Hat diyarkirin ku di pevçûna navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button