Parêzerê nû yê Hewlêr hat hilbijartin
Meclisa Parêzgeha Hewlêrê civiya û di civîna xwe de parêzerê nû yê Hewlêrê hilbijart. Dr. Firset Sofî weke parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.
Beriya bi demekê Encumena Parêzgeha Hewlêrê bi rêgeya dengdana aşkere kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo parêzgariya Hewlêrê Dr. Firset Sofî weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hilbijart.
@8 endamîn Meclisa Parêzgeha Hewlêr hene ji wan 27 endaman dengê xwe dan Dr. Firset Sofî.
Firset Sofî kî ye?
– Di sala 1978an da li navçeya Çomanê ji dayik bûye
– Zewiciye
– Doktora û master di warê qanûnê da wergirtiye
– Li zankoya Polîteknîk a Hewlêrê mamoste ye
– Endamê dewreya çarem ê Parlementoya Kurdistanê bû
– Endamê desteya rawêjkarîya serokayetîyia Herêma Kurdistanê bû
– Endamî Lîjneya Bala yê Referandûnê bû
– Endamê Lîjneya Bala yê Çaksaziyê bû


