
Doh êvarî bi sedê hezaran xelkê Katalonya derketin kolana û xwepêşnadanek mezin kirin. Li bajarê Barselonayê bi sedên hezara insan ji bo serxwebûna welatê xwe xwepêşandan kirin.
Zêdeyî 600 hezar Katalonî li nawenda bajarê Barselonayê ku wek paytextê Katalonya tê qebûl kirin civiyan û bi dengek bilind daxwaza serxwebûna Katalonya kirin. Xwepêşandaran bi yek dengî digotan ku, “ Armanca me serxwebûne, Me serxwebûn ji dest bernedaye “
Wek tê zanîn li Katalonya roja 1. 10. 2017ê ji bo serxwebûnê referandomek pêkhat, zêdeyî % 90 xelkê Katalonyayê ji serxwebûnê re gotibûn erê. Lê mixabin hukumeta Ispanya gelek bi tundî bersiva vê daxwaza xelkê Katalonya da û bi hezaran kes girtin û serokwezîrê hukumeta Katalonya mecbur bû terka welatê xwe da.
sala 2017ê li Kurdistanê jî referanduma serxwebûnê çêbû. zêdeyî % 90 xelkê Kurdistanê jî ji bo serxwebûnê gotibûn erê. Lê hat dîtin ku, hem hukumeta Îraqê û hem jî dewletên dagirker helwestek tund li himber Kurdistanê danin û Iraqê hewlda cardin Kurdistanê dagir bike.
Mixabin helwesta cîhanê jî bi helwesta hukumeta dagirker a Iraqê ve digunca û rê li pêşiya serxwebûna Kurdistanê girtin.
Katalonya di bin destê welatekî ku endamê Yekiya Ewropaye û bi demokrasiyê tê rêvebirin û beşek ji Ewropayê ye. Lê cardin li himber daxwaziyek rewa ya gelê Katalonyayê bi tundî sekinîn.