Civak

Parastina mafê kêmendaman

Ji bo baştirkirin û zengînkirina reşnivîsa qanûn parastina mafê kêmendaman (handîkap), duhî di bin çavdêrî û serokatiya Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî û bi amadebûna nûner û berpirsên komele û rêxistinên karûbarên handîkapan û komîteya kar û karûbarên civakî li parlamentoya Kurdistanê civîneke berfireh li avahiyê wezaretê bi rêve çû.

Di destpêka civînê de wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxaz ji nûner û berpirsên komele û rêxistinên karûberên kêmendaman kir ku dîtin û pêşniyarên xwe ji bo zengînkirina reşnivîsa qanûna parastina mafê kêmendaman pêşkeş bikin da ku bi awayekî qanûn bê madakirin ku di xizmeta kêmendamna de be û ji aliyê qanûnî ve mafên wan biparêze.

Di civînê de madeyên reşnivîsa qanûna parastina mafê kêmendaman hatin xandin û ji aliyê beşdarbûyan ve hatin zengîn kirin.

Pêkanîna civatekê ji aliyên peywendîdar da ku li civata wezîran parastinê ji mafên komendaman bike hat pêşniyar kirin.

Back to top button