General derewa dikin
Rojnama Tarafê eşkere kirîbû ku, serokfermandariya Hêzên Çekdar hinek cîhazên ku guh bidin xelkê kirîne . Serfermandariyê bersiva Tarafê da û got : “ Ew cîhazên serfermandariyê kirîn bi rêyek qanûnî bûye û çewtî di vê pirsê de tuneye.“
Taraf dibêje serfermandarî derewa dike, tu desthilatdariya wan tuneye ku guh bidin xelkê. Ev karê serfermandariyê kirî dijê destûrêye. Herweha li gora kanûnê ji bo mirov bikaribe guh bide yekî û kontrolê li ser telefon û axavtina bike divê bi biryara dadgehê hebe û tenê MIT, polis û cendirme dikarin bi biyara Dadgehê vê yekê pêkbînin.
Taraf dibêje: “Genera Aslan Guner, daxuyakirin ku, wan di nava welat de guh nedane kesekî, ew cîhaz ji bo derveyê welat hatine kirîn. Ev general derewa dike. Ji ber ku, ji bo guh bidin telefonên hinek kesan general belge imze kirine û ferman daye karmendên xwe.“