Nivîsar

Parastina bihayên exlaqî û mirovayetiyan, kilîla serkeftina PDK bûn‌ ‌

Piştî birêkirina demên bangeşe û propagandayên hilbijartinê û roja dengdana lîst û kandîdên Encumena Parêzgehan û Encumena Nûnerên Iraqê, êdî hêdî hêdî gihîştîn qonaxa ragihandina encaman.

Li vê hilbijartinê da her wekî hilbijartina Parlemena Herêma Kurdistanê, li navbera qewareyên Kurdan de Partiya Demokrata Kurdistanê bi bidestxistina zêdetirê dengan karî serkeftinê bidestbîne.

Ewê balkêşe, ev serkeftin bûye sedema wê yekê ku hinek ji aliyên hizbî yên Kurdan li rêya ragihandinê ve êrîşên tund û nerewa pêşkêşî PDK bikin û bi dirustkirina buxtan û bêbextiyên zarokane gumanê bixin dilê hemwelatiyan.

Bi dirêjahiya bangeşeya hilbijartinê, PDK take hizb bû ku bi awayeke medeniyane û bi parastina bihayên exlaqiyan gelek çalak li hundir û derveyê Herêm,‌ berdewam mijulî encamdana bangeşeyê bû. Her eve wiha kir hizbên Kurdan bibin bi dû beş, ew hizbên li rêya nexşandina plana stratejiyan karê serketiyan encamda û encama xwe kom kirin. Ji aliyekî din ve ewên li rêya êrîşkirin û dirustkirina buxtan bi PDK û hizbên din ve, hewla dirustkirina baweriya xelkê didan û bi mixabin dûbare ew bi xwe zerermend bûn (Ketin wê çala ku wan bi xwe kola bû).

Ji hemûyê jî girîngtir, cûdahiya vê hilbijartinê li wir da bû ku yekemcare li Iraqê da kartê elektronî li proseya dengdanê da bikartê, bi mebesta rêgirtina li saxtekarî û gendeliyê proseya dengdanê da. Êdî hun bi pişt bestina bi kijan mafê ve bixwazin guman û buxtanê bixin stuyê serkeftina lîsta PDK ve ? Eger piçek jî şarezayiya we li warê teknelojiya da hebê ewe bêguman eve jî dibê bizanin eve karta elektroniye û şaşiyê nizanê…

Me hemûyan ewe dît, PDK bi dariştina bernameyekî baş yê bangeşeya hilbijartinê li seranserê welatên Ewrupa da çend rolekî girîng dît û bi vê jî karî dengê zêdetirê Kurdên derveyê welat kombike. Eve jî hinek aliyan tuşî şok kiriye û li hemû warekî encamên sindoqan dengê Kurdên derveyê welat nerazîne. Bila ji wê şokê derkevin û li wê têbigihin ku (Destê westiyayî li ser zikê têr)…

Ji bo wê yekê bi raya min li şûna êrîş kirin û buxtan dirustkirinê, hun mijulî nirxandina wê plana siyasiya stratejiyaneya PDK bin ku ji bo vê hilbijartinê dariştibû û hewl bidin sûd ji wê werbigrin ji bo 4 salê din. Ji ber ku wiha biçe dîsa tûşî heman rewşê dibin.

Lîza Felekedîn Kakeyî

 

Back to top button