Cîhan

Papayê Vatîkanê nameyekê ji serokwezîr re dişîne

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja sêşemiyê 05.05.2015ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li kardînal Leonardo Sanderi serokê federasiyona Kenîseyên Rojhilat li Vatîkanê û şandeya pê re kir û di civînekê de kardînal Leonardo silav û nameyeke ji Papayê Vatîkanê bi serokwezîrê Kurdistanê gihandin û li hember wê alîkariya pêşkeşî hemû koçber û penaberan, bi cudahiyên neteweyî, olî û mezhebî, û bi taybetî koçberên mesîhî kirîn, sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Şandeya mêvan diyar kir ku wan di çarçoveya serdanan xwe ya bo herêma Kurdistanê serdana kampên koçberên mesîhî û kenîse û dêrên herêma Kurdistanê kir û ji nêzîk haydarî rewşa wan  koçberan bûn ku, tevî barê giranê hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê êkonomîê ve, lê bi awayekî gelek baş alîkariya wan penaber û koçberan hatiye kirin. Wî got ku di hemû dîdar û civînên xwe yên digel koçberên mesîhî li herêma Kurdistanê de daxwaz ji wan kiriye xweragir bin,  terka welatê xwe nekin û ber bi derveyî welêt koç nekin. 

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya Papayê Vatîkanê kir ji bo wê nameya jê re hinartî û behsa serdana xwe ya vê dawiyê bo Vatîkanê û dîdara digel qedaset Papayê Vatîkanê kir û got ku, koçberên kirîstiyan karîne, eger bi awayekî demkî jî be, herêma Kurdistanê weke herêmek aram lê akinîc bibin heta deverên wan ji bin destê terorîstan tên azad kirin  û bo ser mal û milkên xwe vedigerin.

Serokwezîr careke din tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê, tevî îmkanên tixûbdar, amadeye hevkarî û alîkariya koçber û penaberan bike û hikûmet dê li ser parastin û hevkarîkirina koçber û penaberan berdewam be. Barzanî got ku yekrêzî, yekêtî, wekhevî, aşitiya civakî û pêkvejiyana hemû netewe û olan li herêma Kurdistanê heye, li deverê mînakên wisa kêmin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê bi rêya kardînal Leonardo serokê federasiyona kenîseyên Rojhilat silav û hurmetên serokê herêma Kurdistanê, hikûmet û xelkê Kurdistanê bo qedaset Papayê Vatîkanê hinartin û hêvî kir di paşerojek nêzîk de Papyê Vatîkanê serdana Îraq û herêma Kurdistanê bike.

Back to top button