Polîtîk

Panela Heftrengê

PANELA HEFTRENGÊ

Panela çaremîn a nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar îro li bajarê Batmanê bû. Mazûrvanê Panelê Kovara HEFTRENGê bû.
HEFTRENG kovareke çandî û vêjeyî ye ku ev e cara yekemîn e dest bi weşana xwe kiriye û navenda wê jî li Batmanê ye. Bi çapeke spehî hatiye çapkirin, 64 rûpel e û 5.000 hejmar jê hatine çapkirin.

Panel li salona Restoranga MADO tebeqa duyemîn, 09/ 06/ 2014 saet 09.30, bi beşdariya 75 rewşenbîram dest pê kir. Piraniya beşdarên Panelê rojnamevan, ajansên cuda û xeberbêjên hin televizyonan bûn, herweha hemû komeleyên çandî yên Batmanê jî amade bûbûn.

Axaftina Pêşî berpirsê kovarê Omer Cangîr kir û bixêrhatin da mêvanan, piştre Zeynelabidin Zinar li ser weşana kovara Hefrengê rawestiya û di Çanda Kurdî de behsa mîtilojiya jimara  3, 7, 13 û 40î kir. Di pêngava dawîn de li ser navê Heftrengê rawestiya û tiştên ku bi jimara 7 û çi jî bi peyvika ”heftreng”ê ve ku têne bikaranîn şirov ekir.

Panel saet li dora 12.00 bi coşeke xurt bi dawî bû.

Rojeva Kurd Batman 08/ 06/ 2014

Back to top button