Polîtîk

“Pakêta Demokrasiyê“ valê derket

Serokwezîrê Tirkiye û serokê Ak Partiyê Tayib Erdogan “Paketa Demokrasiyê“ eşkere kir.

Eve demek bû raya giştî hêviya vê “Paketa Demokrasiyê“ bû.

Bê goman  ji bo Tirkiye di pakêtê de hinek guhertinên civakî hene û ev gavek erêniye. Lê di rastiya xwe de paketê bi tu awayî bersiva daxwaziyên Kurdan neda.

Rakirina sunda ku her sibeh xwendevan di dibistanê de dixwînin, sunda nijadperst hate rakirin. Hêdî her sibeh xwendevan li dibistanê nabêjin“ Ez Tirkim rastim, çalakim….. û heyina min qurbana heyina Tirkan bibe..“ Bê goman ev başe.

Wek din hinek tîpên zimanê Kurdî li Tirkiye qedexebûn. Tîpên wek X,Q,W li gora yasayê nabiya bihatan karanîn . Lê cardin Kurdan guh nada vê yasayê û ev tîp kardianîn. Niha ew qedexe jî radibe.

Kurd ji bo zimanê Kurdi bibe zimanê perwerê bi awayek fermî dixebitin û gelek çelakiyan ji bo vê dikin. Di vê pakêtê de hatiye ragihandin ku dê zimanên biyanî dibistanên taybet de serbest be.

Wek din di yasaya partiyên siyasî û di warê civakî de ji bo Tirkiye hinek guhertin hene. Bê goman her guhertina qedexeyên berê heyîn rake gavek başe.

Lê Kurd li Bakurê Kurdistan divê li gora berjewendiyên xwe li vê pakête binêrin û binirxînin.  Bi gotinek din “Paketa Demokrasiyê“ ji bo Kurdan vale derket.

Back to top button