Polîtîk

Li Hewlêrê dîsa dilê me êşiya

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Rêya serxwebûnê dijwar û dirêj e. Li ser vê rêyê wekî heta niha hebû, di paşerojê de jî gelek êş li pêşîya me ne.

Do li Hewlêrê dîsa dile me êşîya. Hêzên tarî û li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, bûn sedema vê êşê.

Sedsala 21. sedsala me Kurda ye. Ger wekî sedsala derbasbûyî em vê derfetê wenda nekin, emê serxebûna xwe bi dest bixin. Loma divê em li hember polîtîkayên dijminan hişyar bin. Ji ber ku dijminên me wê bi her awayî bixwazin li pêşîya serxwebûna Kurdistanê bibin asteng.

Wekî ku do jî li hember aramîya Başûrê Kurdistanê êrîşek kirin, wê êrîşên xwe bidomînin.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê, hemû kesên ku vê êrîşa hovane kirine û hemû alîyên ku tilîya wan di vî karî de hene nelet dikin. Cihê cangorîyan bihuşt be, serê netewa me sax be û hêvî dikin kesên birîndar bûne di demeke kurt de baş bibin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button