Polîtîk

Em êrîşa terorî bi tundî şermezar dikin

JI ÇAPEMENî Û RAYA GIŞTî RE

Em êrîşên terorê yên ku li Hewlêra paytext ya Herêma Federe ya Kurdistanê ku li hember gelê me bûne sedema qurbanî û birîndarbûnan bi tundî şermezar dikin. Ji Xwedayê Rebê Aleman ji Hemwelatiyên Kurdistanê yên ku di êrîşan de şehîd ketine re rehmetê, ji mirovên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re bilez şîfayê dixwazin.  

Em van êrişan, ku piştî hilbijartinek demokratîk a ku li Herêma Federe ya Kurdistanê biserketî hatiye sazkirin manîdar dibînin. Di heman demê de em van êrişan, li hember destkevta nêvenga refah û aram a Herêma Federe ya Kurdistanê û  maf-azadiyên ku gelê me li wî perçeyî destxistiye wek dijminahiyekê dibînin.

Bi vê minasebetê, em didin zanîn ku em ligel gelê xwe yê Herêma Federe ya Kurdistanê û rêveberiya wê ne, em her dîsa miletê xwe dewet dikin ku di her warî de di nav yekîtî û piştevaniyê de tevbigerin.

 
ÎNÎSIYATÎFA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ / ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ

Back to top button