Paketa demokrasiyê hate pejirandin

Parlementoya Tirkiye bi navê “Paketa Demokrasiyê“ hinek yasayên nû pejirandin. Li gora guhertinên hatîn kirin, hêdî bi awayek fermî di partiyên siyasî de hevserokî çêdibe.

Di derbarê xwepêşandanan de guhertin hatin kirin û hinek desthilatî ji bo dezgehên sivîl û şeredariya jî di vê derbarê de hatin qebûlkirin.

Li gora yasaya nû hêdî bi awayek fermî dê herkese bikaribê bi zimanê xwe dibistanên taybet veke û zimanê ku pê dipeyivê pewrwedê jî bi wî zimanî bike.

Yasaya ku navên kurdî qedexe kirî di vê pakêta demokrasiyê de tê rakirin . Di yasaya kevinde dihat gotin ku “ Ji bilî Tirkî tu zimanên din nabê bête karanîn“hate rakirin . Hêdî navên gund û deverîn bûyîn Tirkî vedigerin û herkes dikarê bi zimanê xwe siyasetê bike.

Ev paket ji alioyê Ak-Partiyê ve hatibû pêşniyarkirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: