Îstixbarat û Kremlîn

Nivîskar: Pavel Anatolîyeviç Sûdaplatov

Werger ji Rûsî : Alk.doç.Dr Ekrem Önen

[email protected]

Ev nivîsa jêrîn ji pirtûka Pavel Anatolîyeviç Sûdaplatov a ku bi zimanê Rûsî, di bin navê “îstixbarat (muxaberat) û Kremlîn” hatiye wergerandin. Pirtûk sala 1997 de hatîye çapkirin, di pirtûke de Sûdaplatov behsa gelek tişte hundur û navnetewî é heta nûha bi dizîbun dike; wek problemen Ukrayna, Valenberg,Troçkî û gelekên din. Sûdoplatov her weha behsa Melle Mustefa Barzani dike dema ku ew hatibû Yekîtîya Sovyet. Ew qismé ku behsa Barzani dike, ji rûpela 308-314’a min ji Rusi wergerandiye Kurdî. Berya ew wefat bike  me hev nas kir behsa hinek tiştên Barzanî dikir ku di pirtûkê de nîne. Min li vir behsa wan tiştên di sohbeta mede derbas bûne lê nekirine. Bes li vir beşê li ser Barzanî ên di pirtûkê de hatiye wergerandin.

Leonîd Şabaşkin ku serokê îstixbaratê a derve KGB’e bû, Pavel Anatolîyevîç Sûdaplatov weha dide nasandin:
“Casusa Yekîtîya Sovyetê yê heri mezin bûye. Di sala 1907 li bajarâ Melîtopol hatîye dinye, Di îstixbarata Yekîtîya Sovyet de ji sala 1921 heta sala 1953’an, serhev 32 sal xebitîye. Di sala 1951 de bûye wekîlê serok qismé derve é NKVD (Komîta Gel a Karê Hundir). Her weha bûye serokê qismé casustîye ê NKVD-NKGB. Piştî seré cîhané ê duemîn bûye serokê qismê teybetî ê Wezareta Ewlekarî. 15 sala di hepsa Sovyeté de mayi, di sala 1992 de şeref û itibara wî bi şunde dané, heger di istixbarat de efsane hebûna, Sûdaplatov wé biba qehremaneki wan.”

Di sala 1946 an 1947 de hêzên Kurda yên çekdar di bin serokatîya Melle Mustefa Barzani de bi ordîya Şah re ketin şer û ew mecbur man ji alîye hudûde me ye Îrane de derbas bûn hatin nav Azerbeycane.
Kurde kû li Iraqe, İrane û Türkiye dijîn tu zulm nema ku ne kişandin. Her weha di salen 1939-1941 de dema di serokatiya Tehrane de tesîra Almanya xurt dibû, berpirsyaré hukûmeta îngliz ewên bi Kurdanre dilîstin, pişti ordiya îngiliz û Sovyetê derbasi îranê bû dev ji Kurdan berdan.

Hezen Barzanî en çekdar dema ku hudud derbas kirin ku dor du hezar çekdar hewqas ji malbata wan hebûn, hukmê Sovyetî destpeke ew girtin û xistin kampeke, di sala 1947 de Abakûmov (Wezire Emni. wer) emir da min ku ez bi Barzanî re tekilî deynim û pêşniyar bikim ku, Barzani û yen pêre hatine, penaberen siyasi ne û wan li Ozbekistane günde dora Taşkente bi cîh bikim.
Ez bi Barzanî re bi nave Matveyev, wek Wekile Mudûre Gişti TASS’ê (Ajansa Telegrafe ya Yekîtîya Sovyet, wer) û berpisyare hukûmeta Sovyete hatim naskirin. Di jiyana xwe de bi rasti cara yekemin bû ku ez bi Axayekî bi meerifetre bûm nas. Her weha qenaetek bi min re çebu, ku Barzanî siyasetvanekî jehatî û qumandarekî eskerî bi tecrubeye. Wi ji min re got, di sedsala dawî de Kurda heyşte caran serhildan li dijî Fansa, Iraqîya, Turka û Îngilîza kirine û betirî şest carî ji Rûsa alîkarî xwestine û wek lazim e alîkarî wergirtne. Li gor peyve wî ji alîye wan de pir tebiiye ku di dema ji wan re zehmet e, wexte hukûmeta Irani Cumhûriyeta Kürdî ji orte radike alîkarîye ji me bixwazin.

Berî van weqîetan, seroken serhildana Kurde Îrane ketin feqa (xefka) Şah: Ew hatin dewet kirin bo Tehrane ji bo guft û go; le li wir ew girtin û dardekirin. Bes Barzanî filitî. Dema Şah Barzanî dewetî guft û go kir, wî bersiv da, ku ewe bi wî şertî be, heger Şah hinek kes ji malbata xwe wek rehin bişîne meqere wî. Dema hazirîya guft û goya bi Şah re dibû, Barzani bêtirî hêze xwe bi alîye başurê Îrane nezî hudûdê Sovyete de bir. Ji alîyê me de, menfîete siyaseta me dixwest ku, em Kurda ji bo tesîra Îngilîz û Emerîkîyan, ku li ser welaten Rojhilata Navîn a ku li ser hudûde Yekîtîya Sovyetê bû kem bikin bi kar bînin. Min ji Barzanî re da diyarkirin ku, terefê Sovyetî qebul dike ku, Barzani û hinek amirhêzên wî di. dibistana eskeri û akademîyen me de xwendinek xas bikin. Her weha min bawerî daye ku, bi cîh kirina wan a li Asya Navîn weqtî ye, ku heta şertên vegera Kurdistanê çêbibin. Abakûmov ji min re qedexe kir, ku ez naveroka guft û goyên bi Barzanî re, bi teybet razî bûna Stalîn a ku îmkan da ku amirhêzên Kurda dikarin di xwendegehê me yên eskeri bixwînin, ji seroké partiya komunist Azerbaycané Bagirov re bêjim. Ji ber kû Bagirov dixwest Barzanî ji bo tevlihevîyê (bê istiqrarî) li Azerbeycana Îrané çê bike bi kar bîne. Bes Mosko dihesiband ku Barzanî dikare rolek giringtir bileyze, wek wergerandina hukmê Iraqê ku di bin tesira Îngilîza de bû. Dervi wê. tiştê muhîmtir, bi alîkarîya Kurdan em dikarin demek diréj bîrén petrola İraqê (musilé) xera bikin a ku ji bo hêzén Îngiliz û Amerîka li rojhilata navîn û li behra sipî ku wê demê roleke girîng dilîst.

Piştî guft û go bi Barzanî re, ez bi teyare hatim Taşkente, min ji bo hatina Barzanî informasyon da seroken Usbekîstane. Piştre vegerîyam Mosko.
Barzanî û mufreza wî ya be çek tev malbate wan çûn Özbekîstan. Piştî penc salan, di adara 1952, ez çûm Özbekîstan li nezî Taşkente, ji bo ku çareserkirina problemen derketibûn ez û Barzanî hevdu bibinin. Barzanî ji sekna bê kar (bê hevi) û ji tekilîyen hukûmeta Ozbekîsne ne razî bû. Wi gi-handibû Stalîn, ku alîkariye dixwaze û xwestibu sozê bere dabûne bînin cî. Wî dixwest ku mufrezên Kurda çekdar çêbikin. Barzani dixwest tesîra wi li ser terefdaren wî kêm nebe, ewên ku li kolxoze dora Taşkente belav kirine her weha kanibe wan kontrol bike.

Rasthatina min bi Barzanî re li havingeha hukûmetê çêbû. Tercumanê min Zamskov, serbazeki eskerî bû, ew ji wek Barzani bi İngilîzî dipeyivi. Barzanî ji min re digot ku, çawa Emerîkî û Îngilizî dixwestin wî bikin tere-fe xwe, ji bo zore bidin hukûmetên Iraq, Îran û Turkî.
Bi emre Wezîrê Emnî ê nuh Îgnîyatev min plan çêkir ku, ji Kurda mufrezak eskerî teybetî ku ji hezar û pencsed kesî pêk bê ava bike, ji bo emelîyaten eskerî li Rojhilata Navîn. Her weha ji bo vergerandina hukmê Nûri Seîd li Bexdade, ewê ku dihat plan kirin, ku we tesîra Îngilîza li hemû Rojhilata Navin kem bike. Bi alikarîya Kurda ev plan giha serî di sala 1958 de, dema ku ez di hepsê de bûm. Kurda her weha dibê rolek di teqandina xeta petrole di navbera Iraq, Îran û Sûryê da bilîsta, heger şer an ji tehdida hucûmekê li ser Yekitiya Sovyet heba.

Barzanî diyar kir ku amadeye bi hukûmeta Sovyetê re îtifaqê îmza bike, bi şerte garantî û xebata Mosko ji bo avakinna Cumhûriyetek Kürdi; ew cihe ku Barzanî digot Kurd bi hevra dijîn, mintiqa hudûde bakure Iraq, Îran û Turki bû.

Pişti mm Barzanî guhdar kir, mm bersîv daye, ku ez nikarim biryar li ser îtîfaqek weha bidim, ji ber ku di deste min de hewqas berpirsiyarî nîne (qesta Sûdoplatov ew e ku qiyada Sovyetî ya bilind dikare îtîfaqek weha munaqeşe bike. wer.) Bes em ne li dij bûn ku hukûmetek Kürdi li surgûne ava bibe. Ewê ku em bi hevre çûbûn ji bo guft û go, xebatkare kismê navnetewî ê K.M (Komita Merkezi) ya Partiyê, Mancxa, peşniyar kir ku Partîya Demokrat a Kurdistan bi serokatîya Barzanî bê avakirin. (Qesta Mancxa, rexistina partîyê li Ozbekistanê be avakrrin. Wer.) Bi fikra Mancxa, Partîyê we kordinasyona kare hukûmeta Barzanî li tevaya mintiqê ku Kurd le dijin bike û meqerê partîyê li gor peyva Barzanî li kolxoza ku panzdeh kîlometra ji Taşkente dure, çebike.

Ez tev ve peyve nebûm, bes bi dîqet min guhdar kir. Dema peyv xelas bû, Barzanî ez dewet kirim rasthatineke bi amirhezê meqerê xwe re. Bi rasthatina me, di ode de sî meriv bi hevre “bi rehetî” rabûn ser xwe. Piştre bi emir giş daketin ser çonga û bê deng ber bi Barzani ve çûn, ji bo Barzanî rê bide wan qiraxa kinc û sole wi maç bikin. Bê guman, xeyale minê Kurdistana demokratîk heta nuha hebû; ji wê seetê pê ve wenda bûn. Ji min re hate eşkere kirin ku eve ji insiativek fikrî ya K.M (Komita Merkezî, wer) li meydana kevne (Meydana kevn cihe avaye Komita Merkezi a Partîya Komunîst ya Yekîtîya Sovyete le bû. wer)

Di nîsana sala 1952 de Barzanî bi malbat û merivê xwere li kolxozek mezin li dora Taşkentê bi cih bûn li Mosko qerar hatibû dayin ku ji bo Kurda navçeyek otonomî bê ava kirin. Kar hat dan Wezareta Emnî ku ji bo Kurda perwerda eskeri çêbikin, her weha îmkana çêkin ku kanbin têkilî bi Kurdê derve re bikin. Me ceriband ku em zilamên xwe têxin dora Barzanî an hinka ji wan bikin zilamen xwe. Bes em bi ser neketin, hemû re ji aliye komita wanî emnî hatibûn girtin. Bes Zemskov, ew e di tekiliyen Kurda de bi tecrube bû yek ji amirhezê ku akademiya eskeri dixwend razi kiribû ku bi wan re kar bike, le piştî ku ev amirheza vegerîyabû Taşkente, wenda bû û me nikanbû ew bidîta; em gîhan we qenete ku amirhez bi emre Barzanî hatibû tesfîye kirin.

Bi rîya pirsa Kurdi min qaidê burokratîyê ji nas kir; ku ji polîtburo re çawa dokûment dihatin hazir kirin. îgnatev emir da min ku ez li oda Mancxa bimînim, heta ku razî bûna xwe bînin li ser peşniyarê me di mesela Kurdi de. Îgnatev merivekî her tim nazik û bi terbiye bû, bes wexte min je re got li otela Mosko rasthatina min bi Barzanî re heye, wi bi acizî ji min re got, ku tu muhîmata pirse fem naki. Emir da min, ku ez rasthatinê texîr bikim, beri her tiştî dibe em razî bûna polîtburo di mesela Kurdî de bistînin. Ez, Mancxa û Îgnatev em çûn cem Molotv û Vişînskî (Molotov Wezire Derve, Vişînskî Cigire wî bû), ji bo em razîbûna wan li proja çareserkirina pirsa Kurdî bistinin. We çaxê min dît ku Molotov û Vîşînskî çuqas îxtiîyar û bê   taqet bûne. Bes taqeta wan terê kir ku ji pirojê tiştê ku pê ne razi bûn derxin û ew tiştê ku Wezareta Derve jî ji bo guft û go û şêwrê dixwaze, ji bo mesela Kurdi karbinin. Her weha wan dixwest ku ev pirs bi peşniyarîya Wezareta Emni li politburo be gengeşikirin, le ne wek peşniyarek müşterek Wezareta Derve û ya me. Dema me peşniyarî Mancxa kir ku em herin cem Lûbyanka û ji nûh de şikle dokumente ye tali li ser esase peyva Molotov û Vîşînskî ber çav bigrin le bikin. Îgnatev razi bû.

Ji vir û pe de tişte ji ali min ne dihatin fem kirin dest pekirin. Me şiklê tekstê dawî peşniyarî Îgnatev kir; wi razi buna xwe anî. Bes ji bo wezîr jî her weha gelek muhîm bû nama li gel tekstê a ku wê ji endame politburo re bihata şandin. İgnatev sê cara dokument bi paş de vegerand, ji ber ku naven endamê polîtburo, ewê ku lazim bû dokumenta me hazir kirîye,   wekî ji wan re bi hata şandin. Ne wek lazim bû hatibû lêkirin. Heta wî ji Mancxa pirsî lazim e nav li gor elfabê bê lêkirin an pêşi navên endamê polîtburo ên endamê komisyina tékiliyên derve. Bi vî awayî lazime navê Xrûşov berya navê Bûlganîn bê lêkirin. Bêrîya cawa bikin, Lazime ew li peş Melnkov be? Ev nuansa ku min je fem ne dikir, ez pe ecebmayî dimam. Bes Mancxa di hazir kirina dokûmenta de yekî jehatî bû, di vî warî de wi re li ber Îgnatev dixist. Ji bo we jina ku dokument li deqtilo dixist eceb ma bû: Ji bo çi dokument ji nuh de be çapki-rin, tevi dervî guhertina naven endame K.M (Komita Merkezî) û hukumetê nefsa dokûmente te çapkirin…

Di bihara sala 1953 de tişteki eceb bi min re çebû, min qayide disiplîna eskerî xerakir. Barzanî dihat dersa akademîya eskerî, ewa ku min bi xwe le dixwend. Careke wî ez bi kince general dîtim. Bê ku mirov his bike, wi çav ji min re şikand û bi rîya tercumanê xwe ve, ku letinanteki xort bû, ji mim re got:
 Ez geleki kefxeşim bi têkilîyê li gel berpirsyare hukûmeta Sovyet ê ku xwedîyê rutba eskerî ya bilind e.
Min, ji alîyê xwede, bersîva wî bi serketina fêrbûna disîplîna eskerî da.

Cara dawî berî girtina xwe min Barzanî li ser riya Gorkî dit. Ez bi kincê eskeri bûm. Wi ez dîtim û min jê derxist ku dixwaze bê cem min. Ji rewşa xwe ya wê demê min hesiband ku rasthatina me wê bê mene be û min weha kir ku wek ez le hay nebûme, min lezand û di nav xelke de wenda bûm.

Barzani gelek bi aqil bû. Wî fem dikir ku peşeroja Kurda bi nakokîyê navbera dewletê mezin ve giredayiye; bi taybetî ewên ku menfietê wan li Rojhilata Navîn heye. Em dev ji nerînê bere berdin, tu dinerî, dewletê me-zin xebat nakin ku pirsa Kurdî bi awaki adil safi bikin. Qedera Kurdistanê, wek di menfiete Kurda de tu carî ne li Kremlînê, her weha ne li Londonê û ne li Waşîngtone nehatiye li nerin. Menfîetê welatê rojava û e me tene tiştek bû; bele derde me ew bû ku emê çawa bighêjin bîrên petrolê yê Rojhilata Navîn. Ev cuqas bê ar û be edebî ye. Piştre pirsa Kurda sparte Sûslov, wi soz dan Barzanî ku ewê hemû alîkarîyê ji bo otonomî bi Kurda re bikin, ji bo bikaribin bi alîkarîya Kurda hukmê Nurî Seîd li Iraqê wergerînin. Emerîkîya jî ji alîyê xwe weha soz dan Barzanî, ji bo ku bikaribin hukmê li Iraqe ku bi Îngilîza ve giredayîye wergerînin û zilamê xwe deynin cihe wî, bes di dema heri zehhmet de wana siyaseta xwe guhart bi İngiliza re li hev kirin, yani wan, bi qedera Kurda cuqas karibûn hewqas listin.

Di salên 40-50 de armanca me ew bû ku em tevgera Kurdî di nakokîye di navbera me û welatên rojava de, di “şerê sar” de bi kar bînin. Fikra avakirina cumhûriyeta Kürdî îmkan dida me ku em siyaseta teesira Îngiliz û Emerîkîya li Rojhilata Navin kem bikin bi meşînin, bes siyaseta kêmkirina tesira Îngiliz û Emerîkîya li ve mintiqê ji tevaya Kurda re pir ferq nedikir.

Heta dawiya sala 50 li Rojhilata Navîn hevalbendên me tenê Kurd bûn. Piştre bi înqilabek eskerî (bi alikariya me) rejîma Nurî Seid hat wergerandin û me gelek hevalên wek Iraq, Sûrî û Misir bi dest xist, li gor menfietê jeopolîtîk ê Yekîtîya Sovyetê ew ji Kurda muhimtir bûn. Iraq û Sûri rola esasî di siyaseta me ye Rojhilata Navîn û di nakokî ye me bi welate rojava re li ve mmtiqa be istiqrar de lîstin.

Tragediya Barzanî û a gele wî ew bû ku, di menfeatê Yekîtîya Sovyet û welate rojava (heta derecak e welaten Ereba û İran) li Kurda te nerin wek quwetek pe hevdû bitirsînin an jî wek kartekê di nakokiye navbera wan û Turkî, Îran û Iraq de bi karbînin.
Çareserkirina pirsa Kurdî bi awayekî maqûl we ew be ku, di bin garantîya navnetewî de otonomî bidin Kurda, bira cuqas kêm be jî. Di esas de ne li welatên rojava û ne li welate Ereba kesek naxwaze, ku petrola Musile di Kurdistaneke serbixwe, an di kontrola wê de be.
Di sala 1963 de di navbera me û hukmê Qasim û qewmiyê hatibûn şûna wî nexweşî derket. Ez we çaxê di hepsêde bûm, ji wir min pêşniyara xwe şand ku bi Barzanî re têkevin têkiliya û min bihist, ku ew pêşniyara min hatîye qebulkirin. Ji Kurda re alîkarî û sîleh şandin ji bo ku karibrin axa xwe ji hicûmê ordîya Iraqe biparêzin. Bes kare me ye ku em Kurda bikin hevalbendê xwe ye stratejik, ji bo em karibrin teesîrê lı ser Problemên Iraqê bikin, bi ser neket.

Nerîna min :