Civak

PAKê li Batmanê jî qetlîama Dîlokê protesto kir

PAK li Dîlokê beşdarî  tazîyeya şehîdan bû, li  Batmanê  jî qetlîama Dîlokê protesto kirCîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sınır, endamê Komîteya Birêveberîya navendî Abdurahman Ecer, serokê Teşkîlata Amedê Hanifi  Turan, Şêwirmendê Serokê Giştî Eyup Alacabey, endama Komîsyona jinan Zînet Dînçer, li gel endamên PAKê yên Dîlokê  îro beşdarî  tazîyeya şehîdên  teqîna  roja 20.08.2016an bûn.Heyeta PAKê pêştir beşdarî  şîna ku li Komeleya  Perwarîyan berdewam e bûn. Li  vê derê heyeta PAKê ji alîyê malbatên şehîdan ve hate pêşwazî kirin. Navê PAKê hate anons kirin û Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sınır,li cîhê şînê bi axaftineke kin  qatîl û piştgirên wan rûreş kir; sersaxî , sebir û metanet ji malabtên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re xwest. Nurî Sinir got ‘’Bêdewletbûn sebeba van qetlîam û jenosîdan e. Lê tu hêz dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire’’.Heyeta PAKê piştî vê seredana cîhê şînê , li Nexweşxaneya Dewletê  hinek ji birîndarên teqînê zîyaret kirin.  Malbatên birîndaran pêşewazî li heyeta PAKê kirin. Heyeta PAKê li vê derê ji birîndaran re şîfaya xêrê xwestin.Piştî zîyareta birîndaran , heyeta PAKê çû  cîhê ku teqîn lê çêbibû. Li wê derê jî rêz li  şehîdan  girtin û qurnefîl danîn cîhê qetlîamê.Heyeta PAKê, herî dawîyê  çû ser mezelên şehîdên vê teqînê. Li ser mezel  ji alîyê malbatên şehîdan hatin pêşewazî kirin. Heyetê li vê derê fatîha xwend û qetlîam careke din rûreş kir.PAKê li  Batmanê  qetlîama Dîlokê protesto kirTeşkîlata Batmanê ya PAKê  roja 22.08.2016an  di saet 18.00an de,  li ber Parka Ataturk ya Batmanê bi daxuyanîya çapenîyê, qetlîama Dîlokê protesto kir.Çalakî bi  rêz girtina ji  bo şehîdên  Dîlokê û hemû şehîdên Kurdistanê  destpê bû.Piştî rêz girtinê, Serokê Teşkîlata Batmanê yê PAKê Aziz Ozdemir daxuyanîyek  da.  Aziz Ozdemir  qatîl û piştgirên wan  rûreş kir, sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re xwest  û weha got:‘’ Ev qetlîama ji alîyê kê hatibe kirin jî, ev  berdewamîya yek ji wan qetlîam û jenosîdên li ser miletê Kurd pêk hatine ye. Dijminên miletê Kurd ev qetlîama hovane lidar xistine.Ewên ku van qetlîaman dikin dixwazin, gelê me bi van rêyên terorî tehdîd bikin, têkoşîna azadîya gelê Kurdistanê bitefînin.Ewên ku van qetlîaman dikin du rêyan didin ber gelê me:Yan hûnê  ji Kurdistanê derkevin, vala bikin , an jî hûnê teslîmî me bibin, dest ji daxwazên xwe yên rewa yên netewî berdin; heger hûn vê pêk neynin her rojên we dê bi mirin û wêranîyê bê hûnandin.Lê doza azadîya Kurdistanê eve 200 sale berdewam e. Tu kes bi provakasyonan, bi qetlîam û jenosîdan dê nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. Kurdistan dê her azad bibe.Îro roj roja yekgirtin, hevkarî, tifaqên netewî, Kurdistanî ne. Roj roja bilind kirina daxwazên netewî, nirxên Kurdistanî ne’’.Piştî xwendina daxuyanîyê beşdarên çalakîyê 5 deqîqeyan bi rûniştinê protestoya xwe berdewam kirin, paşê çalakî bidawî hat.22.08.2016Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button