Polîtîk

PAKê bi çalakîyên cûrbecûr 8ê Adarê pîroz kir

Îro(08.03.2015) li hinek bajarên Kurdistanê û Tirkîyê , bi minasebaeta 8ê adarê roja jinên cîhanê, Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) civîn û çalakî li dar xistin, beşdarî meşan bûn.

Berîya 8ê adarê li Amedê,  Mêrdîn û  Batmanê pankartên di derbarê 8ê adarê de li gelek cîhên bajarî ve hate darve kirin.
Îro jî, li Amedê, Wanê, Mûşê, Batmanê ,  Stenbol û  Danîmarkayê  jinên PAKê gelek çalakî û civîn lidarxistin.
Li Amedê, Jinên PAKê, di seet  11.00an de beşdarî meşa û mîtinga 8ê adarê  bûn.Bi pankartên xwe, bi drûşmên  xwe û bi alaya Kurdistanê ve,  grûba  jinan ya PAKê gelek bal  kişand.

Jinên PAKê li  Amedê  piştî  çalakîya meşê,  beşdarî çalakîya Komeleya Çand û Hunerê ya ÇARPELê kirin. ÇARPELê, li Amedê, di salonekê de bernameyeke pirreng ya jibo  8ê adarê pêk anî. Ji 200î zêdetir jin beşdarî vê çalakîyê bûn. Bi stran, tîyatro, helbest û axaftinan ev çalakîya ÇARPELê gelekî bal kişand. Di demekê de, Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik jî beşdarî vê çalakîyê bû û li vê derê axaftinek di derbarê 8ê adarê de kir.Jinên beşdar bi coşeke mezin piştgiriya Serokê Giştî yê PAKê kirin.

Li Wanê jinên PAKê li qadan 8ê adarê pîroz kirin. Grûba Jinan ya PAKê , berîya çalakîya ku dê li kolanan bê lidarxistin, li şaxa Wanê ya PAKê di derbarê 8ê adarê de civînek  lidarxist.Di vê civînê de, Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Dr. Salih Özgökçe jî axaftinek kir.Grûba Jinan ya PAKê, bi alaya Kurdistanê, bi pankartên PAKê û bi drûşmên Kurdistanî yên wek ‘’Bijî Kurdistan’’,  di nava bajêr de meşîyan. Gelê Wanê piştgirîyeke germ da çalakîya PAKê. .Çalakîya jinên PAKê yên WANê  bi coşeke mezin û bi beşdarîya hêjmareke baş ya jinan dawî lê hat.

Li Mûşê li Teşkîlata PAKê, civînek û çalakîyek di derbarê 8ê adarê de hate lidarxistin. Jinên PAKê yên Mûşê, bi sohbet, axaftin û danûsitendinan 8ê adarê pîroz kirin.
Li Batmanê jinên PAKê di nav bajêr debi minasebeta 8ê adarê gul belav kirin.

Li Stenbolê li avahîya  Teşkîlata PAKê civînek bi beşdarîya jinên Kurdistanî, di derbarê 8ê adarê de hate lidarxistin. Komîteya Jinên Pakê ya Stenbolê, bi Kurdî û Tirkî daxuyanîya PAKê ya di derbarê 8ê adarê xwendin..Paşê civîn  di nava jinên beşdar yê civÎnê de bi sohbet û axaftinan bi dawî hat.

Li Danîmarkayê jî, jinên PAKê bi beşdarîya jinên ji her çar perçeyên Kurdistanê, di derbarê 8ê adarê de civîneke berhemdar lidarxistin.
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik, li gel Endama Bireveberîya Navendîya PAKê  Serap Aldemir û Endama Meclîsa PAKê Roza Kaplan êvara 8ê adarê di seet 18.00an de  li Mêrdînê, beşdarî  defîleya Cilûbergên Jinan yên Kurdî bûn ku ji alîyê ‘’Alternatif Üretim ve İstihdam Derneği (AÜİD)’’ê ve hatibû amade kirin.

Endama Meclîsa PAKê rêzdar Roza Kaplan  îro(08.03.2015)  bi minasebeta 8 adrê, beşdarî  bernameya zindî ya TRT KURDî bû. Rêzdar Kaplan di bernameyê de raman û siyaseta PAKê ya di derbarê 8 adarê û pirsa jinan bilêv kir. 08.03.2015

Buroya Çapemenî  û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button