Cîhan

20 ciwanên Îngilîz li Kurdistanê şerê DAÎŞê dikin

Li gorî raporteke BBC, welatiyekî prîtanî hewl dide ku xortên xwebexş bide hev û bibe nav Hêzên Pêşmerge, da ku şerê li dijî DAIŞê bikin, ku heta niha kariye 20 kesan bîne nav Hêzên Pêşmerge.

Mat Bartilêt di hevpeyvînekê ligel televîzyona BBC de got: “Girûpa me bi awayekî raserast pêwendiya wê ligel berpirsên çalakiyên Hêzên Pêşmerge heye bo wergirtina bo wergirtina kesên derekî ji aliyê helsengandin û birêvebirina wan de.”

Li gorî wê raporta BBC, Mat Bartlêt ku bi xwe brîtanî ye, hewl dide ku xortên xwebexş bide hev da ku tevlî Hêzên Pêşmerge bibin û şerê DAIŞê bikin û ji bo wê yekê li ser Facebookê kar dike.

Mat Bartlêt bi rêya Facebookê dixwaze xortên xwebexş li Brîtanya kom bike û li gorî wê raportê heta niha 20 kesên xwebexş şandiye Iraqê û niha ligel Hêzên Pêşmerge şerê terorîstên DAIŞê dikin.(kdp.info)

Back to top button