Tirkman helwesta Serok Barzanî bilind dinirxînin

Seroka Frakesyona Pêşkeftin a Tirkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, di nava penaberan de bi bê cudahî kar û xizmet hatine pêşkêşkirin û xemxwariya Serok Barzanî derheqê koçberan bilind dinirxînin.

Muna Nebî Seroka Frakesyona Pêşkeftin a Tirkmanî di Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji roja yekê ji avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta îro, ti cudahiyek di navbera pêkhatan de nehatiye dîtin. Bi heman awayî di nava koçberan de jî nayê dîtin û xizmeta her kesî tê kirin.”

Nebî wiha got: “Xemxwariya Serok Barzanî li hemberî penaberan bi bilind tê nirxandin û ti cudahiyek nexistiye navbera pêkhatên Herêma Kurdistanê û em wek pêkhateya tirkiman spasiya Serok Barzanî dikin ku xemê hemû pêkhatan dixwe.”

Derbarê rewşa koçberên tirkmanan li Herêma Kurdistanê, Seroka Frakesyona Pêşkeftin a Tirkmanî di Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Li Kurdistanê bi bê cudahî xizmeta hemû koçberan tê kirin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: