PAK:Biryara 688ê ya Netewên Yekgirtî bûye bingehê Herêma Federe ya Kurdistanê

Di 2yê Tebaxa 1990î de Dewleta Iraqê ya Sedam Huseyinî, Kuweyt dagir kir. Seam Huseyîn li îtirazên dewletên cîhanê guhdar nekir û her li ser dagirkirina Kuweytê ma.

Bi pêşkêşîya Dewleta  Emerîkayê, li gel Fransa, Siûdî Erebîstan,Sûrîye, Misirê 37 dewletan wek Hêza Hevpeymanîyê, di roja 27.01.1991ê de bi erîşên hewayî tevgereke leşkerî li dijî Iraqê destpê kirin.Di roja 24ê Sibata 1991ê jî tevgera leşkerî ya bejayî destpê kirin.

Piştî vê tevgera leşkerî ya Hêzên Hevpeymanîyê, Iraq mecbûr ma ji Kuweytê vekişîya. Piştî Kuweyt ji dagirkerîya Iraqê hate rizagar kirin, di 1ê Adara 1991ê de agirbest hate îlan kirin.

Gelê Kurdistanê piştî ku Sedam Huseyîn li Kuweytê şikest xwar, ji bo rizgarî û azadîyê raperîn destpê kir.  Bi midaxale û organîzasyona Bereya Kurdistanî raperîn bi  şiklekî birêxistinî hatin birêvebirin. Raperîna ewil di roja 5ê Adara 1991ê li Ranya ya navçeya Sileymanîyê destpê kir. Bi raperîna gelê Kurdistanê di nevbera 3 hefteyan de Hewlêr, Silêymanîye, Dihok, Helebçe, Kerkûk ji destê Rejîma Beasê ya Dewleta Iraqê hate rizgar kirin.

Lê di roja 27ê Adara 1991ê de Artêşa Iraqê  êrîşeke berfireh a hewayî û bejayî anî ser Başûrê Kurdistanê, gelek zarok, jin û pîr jî tê de, gelê mey ê sivîl di van êrîşn de hatin qetil kirin.Nêzîkî yek milyon gelê me jî ji ber tirsa jenosîdeke nû, cîh û malên xwe hiştin û mecbûr man revîyan alîyê hidûdên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ku di bin dagirkerîya Dewleta Tirkîyeyê û Îranê de ne.

Di roja 27e Adarê de Kerkûk  di 31ê adarê de jî Hewlêr careke din hatin dagir kirin.

Fransa di destpêka Nîsana 1991an de proje biryarek pêşkêşî Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî kir û tê de daxwaz kir ku komkujiya Dewleta Iraqê ya li dijî gelê kurd şermezar bike û rê li ber bigire. Emerîka û Birîtanyayê jî piştgirîya Fransayê kirin û bi piranîyeke mezin a endamên NY, di roja 5ê Adara 1991ê  de biryara 688ê  ji aliyê Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî ve hate girtin. Li gorî vê biryarê,   firînên hêzên ezmanî yên Dewleta Iraqê yên li bakurê  xeta 36ê  hate qedexe kirin û ev herêm wek ‘herêma ewlehîyê’ hate îlan kirin.

Rûsya û Çîn  digotin ‘nabe ku bi tu awayî destêwerdan di karûbarên Iraqê yên navxweyîde  were kirin’ û li dijî biryara hejmara 688 a Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî derketin.

30 sal li ser biryara 688ê ya a Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî derbas bû.

Aşkereye ku di perçebûn, dagirkirin û bêstatü hiştina Kurdistanê de û di piştgirî û çavlêgirtina li dagirkeran de hinek dewletên mezin wek aktorên navneteweyî  roleke esasî lihîstîne. Netewên Yekgirti jî bi parastina statukoya heyî, di bêstatu hiştina Kurdistanê de roleke esasî lihîstîye.

Lê belê, divê hewl û gavên Fransa, Emerîka û hinek dewletên din yên ku ji bo alîkarî û piştgirîya di sala 1991ê de dane gelê Başûrê Kurdistanê jî em ji bîr nekin,

Biryara Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî ya 688ê di dîroka Kurdistanê de rûpeleka nû vekirîye û ji bo miletê Kurd biryareke dîrokî ye.

Divê em bi sîyaseteke maqûl, çêker û aqilane di cîhanê de dostên xwe zêde , dijminên xwe kêm bikin.Divê em bi dîplomasîyeke xurt bikaribin alîkarî û piştgirîya dewletên cîhanê zêdetir bigirin.

Biryara Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî ya 688ê, bû sedema dawî lê anîna dagirkerîya Dewleta Iraqê ya li bajarên Hewlêr, Sileymanîye, Duhok ve Halebçeyê û bû bengehê  Parlamento û Hikûmeta Federe ya li Herêma Kurdistanê.

Bi Bereya Kurdistanî pêkanîna yekrêzî û tifaqa partîyên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê jî, di  bidestxistin û parastina destkeftinên federe de  kilîdeke esasî bû.

05.04.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerîna min :