PolîtîkRojev

HDP doza çi li Kurdistanê dike?

Parlemnterê HDPê yê Şirnexê Huseyin Yilmaz serdana başûrê Kurdistanê kir û di avahiya nûnertiya HDPê ya li Hewlêr konferansek çapemeniyê li darxist û gazind ji desthilatdariya Kurdistanê kir. Yildiz daxûyakirin ku, zext li endamên HDPê li başûrê Kurdistanê tê kirin û ew wek HDPê vê yekê qebûl nakin.

Ji berî her tiştekî armanca wekirina nûnertiya HDPê li Hewlêr çiye? Gelo baregehê HDPê li Hewlêr wek bingehek yê PKKê tê bi karanîn yan na? Eger Huseyin Yilmaz bersiva vê yekê ji dil bide dê baştir bizanibe ku nûnertiya HDPê li Hewlêr ji bo têkbirina asayîşa Kurdistanê gelek cara dibe wek hêlûnekî.

Huseyin Yilmaz dibêje ku ew zehtê li ser endamên xwe qebûl nakin. Gelo endamên HDPê li Hewlêr çi çalakiya dikin? Divê Yildiz tê bigihê ku, ji berî her tiştekî li başûrê Kurdistanê rêzê li desthilatdariya Kurdistanê bigrin û li gora qanûn û yasayên Kurdistanê tevbigerin. Her dezgehek yan jî aliyek siyasî li Kurdistanê tevbigere divê rêzê li yasayên Kurdistanê bigre.

Ji aliyek din Yildiz dizane ku heval û endamên wî li başûr, bacê ji gelek kompanyayên ji bakur li hewlêr kar dikin distînin. Piraniya Kompanya newêrin vê yekê eşkere bikin û bê deng dimînin. Belkî kêmasiyeka mezin a asayişa Kurdistanê ew bê ku vê kiryara ne yasayî siza nake. Yildiz di gotara xwe de dibêje : Em zexta li ser endamên xwe qebûl nakin. Lê nabêje ka gelo çi zext li ser endamên wan hene û qebûl nekirin tê çi wateyê.

Herweha cihê mereqêye ku, gelo medya başûr ya li wê derê amade çi pirs ji Yildiz kirine û wî çi bersiv daye..

Eger tu li Kurdistanê nûnertiyê vekî tu mecburî stuyê xwe li himber yasaya bitewînî.

Back to top button