Partiya Azadiya Kurdistanê bi minasebeta 60 mîn salvegera Şoreşa Îlonê daxûyaniyek ragihand.
PAK Dibêje:
Îro 60emîn salvegera Şoreşa îlonê ye. Di 11yê îlona 1961ê de bi rêberatîya Mele Mustafa Barzanîyê nemir û Partîya Demokrat a Kurdistanê de, gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî Dewleta Iraqê serî hilda.
Piştî ku berxwedana Dêrsimê bi jenosîdeke mezin hate pelçiqandin û piştî ku Komara Kurdistanê(Komara Mehabadê) hate rûxandin, demeke dirêj ewrên reş, bêdengî û şikesteke mezin xwe berda ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê .
Şoreşa îlonê, pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê dûr xist; hêvî û hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand.
Şoreşa Îlonê şoreşa her çar perçeyên Kurdistanê bû. Şoreşa îlonê li her çar perçeyên Kurdistanê, li her çar alîyê cîhanê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetîyê pêxist.
Piştî Şoreşa Îlonê 9 salan, piştî serîhildana gelê me ya qehremanane, Dewleta Iraqê paşde gav avêt û naçar ma ku li gel Mele Mustafa Barzanîyê nemir rûne.
Roja 11.03.1970an Rêberatîya Şoreşa Başûrê Kurdistana(Partîya Demokrat a Kurdistanê) û Dewleta Iraqê(Partîya Baasê) Peymana Otonomîyê îmza kirin, ku mafên gelê Kurdistanê yên îdarî, siyasî, aborî û çandî hatin naskirin û sîstema otonomîyê, ango sîstema xwe birêvebirinê hate damezrandin.Lê di navbeyna çar salan de Rejîma Baasê pêwîstîyên vê Peymanê bicîh neanî û şoreşa gelê Kurdistanê careke din dîsa destpê kir.
Em di 60emîn salvegera Şoreşa Îlonê de, bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên neteweyî, niştimanî Şoreşa Îlonê weke şoreşa xwe dibînin û Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû şehîd û kedkarên Şoreşa îlonê bi giramî bibîrtînin.
11.09.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê