PAK pîrozbahiye li herdu partiyên Demokrat dike

Partiya Azadiya Kurdistanê bi minasebeta 70 saliy salvegera PDKI û 69 saliya PDK daxûyaniye belav kir. Daxûyanîya PAKê: Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê îro 70 salîya xwe, Partîya Demokrata Kurdistana Iraqê 69 salîya xwe pîroz dike.Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê di 16ê tebaxa 1945ê de li Mehabadê bi serokatîya Qazî Muhammed hat damezirandin. PDK-Î ya li ser hîmê Komeley Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê ava kir û rêveberîya wê kir. PDK-Î 70 sal e yek ji hêza esasî ye ku têkoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye roja îro. Di vê qonaxa 70 salî de sê serokên wê, Qazî Muhemmed (1893-1947), Dr. Abdurehman Qasimlo (1930-1989), Dr. Sadiq Şerefkendî (1937-1992) di rêya Kurd û Kurdistanê de şehîd bûne.PDK-Iraq bi tesîra sala gulvedana kurdayetîyê li Komara Kurdistanê-Mahabadê, salek piştî damezirandina PDK-Îranê, lê di heman rojê de, 16ê tebaxa 1946ê de, li Bexdadê hat damezirandin. Mela Mistefa Barzanî ku wê demê li Mahabadê serokê artêşa Komara Kurdistanê bû wek serokê partîyê hat hilbijartin. PDK-Iraq di bin serokatîya nemir Mela Mistefa Barzanîyê nemir de,di têkoşîna gelê Kurdistanê û bi taybetî li başûrê welatê me roleke dîrokî lihîstîye.. Nuha jî di bin serokatîya rêzdar Mesûd Barzanî de avakir û yek ji hîmên easî yê Kurdistana Federe ye û di rêya serxwebûna başûrê Kurdistanê de yek ji hêza pêşeng e.Em her du partîyên xwe yên têkoşer ku di rêya têkoşîna azadîya gelê me de bi hezaran şehîd dane silav dikin û salvegera damezirandina wan pîroz dikin! 16.08.2015Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: