Civak

Li Gimgimê çi dibe?

Li Kurdistanê qeza Mûşê Varto(Gimgim)ê di navbera çekdarên PKKê ş hêzên asayişa Tirk de şer cig cig berdewam e.Di vê derbarê de Waliyê Mûşê daxuyaniyek da û dibêje: PKKê gelek cihên bajêr de mayin û bombe çandine. Ji bo pakijkirina van teqemendiyan derketina derve heta fermanek din hatiye qedexe kirin.seroka şeredariya Gimgimê dibêje: Li nava bajêr gelek xendek hatine kolandin. cih ciha lêşker digerin û li hinek cihan jî çekdar hene.Şevîdin ve elektrika bajêr qût bûye. Vê sibehê ji nûve elektrik hatiye.Di derbarê bûyerê de; ANF dibîje: “Bajar di destê gel de ye. Li hin nuqteyan gel kom bûye. Polîs û leşker li derve xuya nakin. Lê belê car carna heqaretê dikin û gefê li gel dixwin. Gel tacîz dikin.”Li gora agahdariyên bi rêya telefonê gihatîn Rojevakurd, Gimgimê ji doh ve dengê teqîna çakan nesekiniye. Xelk ji malên xwe dernakevin. Çekdarin PKKê li gelek taxxa xendek kolane. Hêzên asayişê li nava bajêr dewriye digerin. Li hinek taxan çekdarên PKKê rûya wan pêçayi tevî çekên giran dixweyên.Bajar şevidin di tariyê de bû.

Back to top button