Polîtîk

PAK kongreya xwe ya yekem li dar têxe

Partiya Azadiya Kurdistan PAK li Diyarbekirê bi beşdarbûna nûnerên partiyan kongreya xwe ya yekem li dar dixe. Kongre dê du rojan bidome û ji bo serokatiyê jî heta niha navê Mûstafa Ozçelîk derdikeve pêş. Di kongreyê de Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk amaje kir ku ew ê li ser bidestxistina mafên netewî berdewam bin.Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ku di 11’ê Berfenbar a 2014’an de bi awayekî fermî damezirandina wê hatibû ragihandin, piştî du salan kongreya xwe ya yekem li dar xist. Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û bi xwendina sirûda neteweyî ya Kurdistanê dest pê kir. Di kongreyê de Serokê Giştî yê PAK’ê Mûstafa Ozçelîk amaje kir ku, ew piştgiriya lidarxistina referandûma Serxwebûna Kurdistanê dikin û ji bo siyaseta Rojavayê Kurdistanê jî bang kir ku hemû dînamîkên Kurdan hevgirtî bin. Ji bo Bakûrê Kurdistanê jî Ozçelîk da zanîn ku ew ê li ser xebatên bidestxistina mafên neteweyî yên Kurdan berdewam bin.Herwiha Mûstafa Ozçelîk got: “Divê mafê kurdan ê ziman û perwerdeyê were naskirin û zimanê kurdî bibe fermî. Divê hêzên kurdan tehemmila hev bikin û hevgirtîbin. Divê mafê çarenivîse were naskirin û ji bo kurdan statû hebe.”Di kongreyê de gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinan jî amade bûn û bi axaftinan nêrînên xwe anîn zimên. Gelek endamên Partiya Azadiya Kurdistanê yên Ewroprayê jî di kongreyê de cih girtin. Rêveberê Rêxistina PAK’ê yê Ewropayê Nîmet Mumtaz Aydin anî zimên ku ew hewil didin mijarên neteweyî yên Kurdan di qada navneteweyî de jî bikin rojev.Rêveberê Rêxistina PAK’ê yê Ewropayê Nîmet Mumtaz Aydin ji K24ê re got: “Em bi nûnerên siyasî yên Ewropayê re dikevin têkiliyê û pirsgirêkên netewî yên kurdan tînin rojevê. Em ne tenê ji bo Bakûrê Kurdistanê di heman demê de ji bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî xebatan dimeşînin.”Di kongreyê de ji bo serokatiyê navê Mûstafa Ozçelîk bi giranî tê pêşniyarkirin. Kongreya ku ji ber yasayên Tirkiyeyê pêwîst e li Enqereyê were lidarxistin, pêşiyê li Diyarbekirê tê pêkanîn û di rojên pêşiya me de jî wê li Enqereyê jî bi awayekî fermî were lidarxistin. Beşa kongreyê ya ji çapemeniyê re vekirî, bi konsera Mûzîkjen Sabahattîn Yildiz bi dawî bû.K24 

Back to top button