Li Bakur şerê qirêj jiyana xelkê têkdibe
Li Kurdistana Bakur şerek dijwar di navbera çekdarên PKKê û hêzên ewlehiya Tirkiye de heye.Hêzên deleta Tirk operasyonên berfireh pêktînin . Lê di derbarê encama şer û operasyona de herdu alî agahdariyên cuda didin. Ji bo vê yekêjî gelek cara zehmet dibe ku mirov rastiya operasyon û êrîşên PKkê bizanibe.Herî dawî serekaniya çekdarên Tirk, encama operasyona li çiyayê Fereşînê ragihan. Operasyonên di derdora devera Şirnek û taybetî li çiyayê Ferşînê tê kirin dibêjin gelek cihên ku PKKê wek depoyên silah bi kartînin hatine ditin û esker ketiyê di nav de.Herweha behsa bi sedan qurbani tê kirin. Li ser vê yekê û bûyerên çêdibe, PKK piranî bi awayek ku propagandewarî encama dide kifşkirin.Lê di rastiya xwe de, eve demeke li herêmên wek, Dersim, Sêrt, Diyarbekir û Şirnex operasyonên gelek mezin hatine kirin. Deverên ku şer û operasyon lê heyî piraniya cara wek herêmên leşkerî têne ragihandin û xelkê deverê dikeve rewşek gelek xirab de.Hêdî wek berê termên kesên jiyana xwe ji dest didin bi rewresmên girsehî nayê binaxkirin. Piranî bê dengî ev yek tê kirin.