Polîtîk

Ozel: Erdogan xeber rêkir ji Esadre û got: Eger tu ewil muxalefetê bibênî li hevkirin çênabe !

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel îdia kir ku Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan ji Pûtîn re peyam şandiye û ji Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re gotiye, “Bila ewil bi min re hevdîtinê bike, ger bi muxalefetê re bicive lihevkirin çênabe.”

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di Iskenderuya navçeya Hatayê de civîneka partiya xwe de beşdar bû. Ozel di civînê de axavtinek kir û got:


.

“Tirkiye, li dinyayê welatê herî zêde penaberan lê dihewîne. Heke hûn hemû kesên piştî me bihesibînin, kesek wek me tune. Birêz Tayîp bi Merkel Serokwezîra berê ya Almanyayê) û 6 milyar dolar û ewro wergirt, Tirkiye ew bi eşkere xwe kir wek kampa penaberan. Divê em bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin, ev rewş ne ji bo Tirkiyeyê ne jî ji bo Ewropayê ne baş e. Min got ku, ezê herim li gel Esad hevdîtinê bikim vê pirsê çareser bikim, Erdogan got: Ez Esadre tu hevdîtinê nakim ew qatil e. Min hewlda ez hevdîtinekî li gel Esad bi darbêxim, Erdogan, ji Pûtîn û Esad re peyam şand: ‘Bila pêşî bi min re biaxive, ger bi muxalefetê re biaxive lihevkirin çênabe.’ “Em niha li bendê ne ku ew biçe, lê naçe. Demildest herin, li ser vê pirsgirêkê biaxivin. Binêrin, Esed efûya giştî ragihandiye. Ger her kes ji vir derkeve, ev derfet dubare nabe.”

Beşar Esed efûya giştî ragihand: Rewşa penaberan li Tirkiyê dê çawa be gelo bi milyonan Sûriyeyî vedigerin malên xwe?

Banga “Sûriye” ji Erdogan re
Ozel got, “Ez ji vir hişyarî didim we. Werin, ezê cuda biçim, hûn jî cuda herin. Ger hewce bike em bi hev re herin. Werin bi nûner û serokên partiyên din ên Tirkiyeyê re biçin. We ev pirsgirêk çêkir,lê were em bi hevre vê pirsgirêka netewî ya penabera çareser bikin.

Back to top button