Polîtîk

Ozal bi Ocalan re hevdîtin çêkiriye

 

Di pêvajoyeke ku çek berdan û çareserkirina pirsgirêka Kurd xwe gihandiye buûteka navneteweyî, îdiayek balkêş ji Fevzî Îşbaşaran hat. Îşbaşaran, kesekî bi Serokomarê berê ê Tirkiyê Turgut Ozal re xebitiye û sekreteryaya wî a taybet kiriye ye. Îşbaşaran îdia dike ku, Ozal, li Kurdistana Başûr, bi Ocalan re rû bi rû hevdîtin pêk anîne. Di encama hevdîtinan de, Ozal û Ocalan lihevkirine û ew bûye sedema kuştina Turgut Ozal. Beşa hevpeyvîna di vê mijarê de, a ji rojnameya Takvîmê Ergun Diler bi Fevzî Îşbaşaran re kiriye li xarê ye:

Çi bû?

Ozalê rehmetî, bi Eşref Bitlis Paşa re hevalên hev ên Meletiyê bûn. Ji hev gellekî hezdikirin û bawer dikirin. Her du kesa jî, ji bo 

çareserkirina pirsgirêka Kurd û qedandina PKKê hewl dan. 

Çi kirin mesela? 

Him Eşref Paşa, him jî Ozal, li Kurdistana Başûr, bi caran bi Ocalan re hevdîtin çêkirin. Ocalan îkna bibû. Çek dike bêdeng  bûna. Lê temenê 

wan bes nekir. 

Deqakê, Ozal bi Ocalan re çawa hevdîtin kir?

Li wî aliyê sînor, Talabanî û Barzanî ji xwe re dikirine bahane û dihatine ba hev. Ozal zanibû ku, heta pirsgirêka Kurd hebe, Tirkiye 

nikare mezin bibe. Rîsk girt, girtin…  

Eleqa sûîkastê bi vê re heye?

Ma na be? Ocalan lîsteke 70 kesî da. Me dike hemû bişandana welatên Îskandînavyayê û dike 10 sala venegeriyana. Ocalan, Norweç

xwestibû. Milîtan dike bêdeng ji çiyan daketana û biçûna gundê xwe. Dike ji sînor 10 kîlometre wêda çek berdana. Li ser hemû 

şert û mercan lihevkiribûn, lê nebû!

Çi bû?

Me, Kemak Yamak Paşa ji xwe re şêwirmend girtibû. Mirovekî beyefendîbû. Pirr ji Ozal hezdikir. Rojekê Ozal, di hevdîtineke hefteyî de, 

got, “Kemal Paşa, hûn hemû ji Dibistana Herbê mezin dibin. Tu karî bibî Serfermandarê Giştî lê Eşref Paşayê ku li serî Cendermeyane

nikare bibe. Vê lêkolîn bike. Bingeha vê amade bike. Çi pêwiste em bikin.” Ev teklîfa bû sedema jiyana her du kesan jî.  Ewil Eşref Paşa, 

dûra bixwe hate kuştin. Pirsgirêka Kurd hîn dewam dike. Ji sala 1993 an vir ve xwîn hîn diherike…   

Ma leşkeran sûîkast lidarxistin?

Him ji hundir him jî ji derve piştgirî girtin. Planên ku nayên fikra şeytên çêkirin. Serkeftî bûn. Çareserî nebû. Kesên ku gotin “bila xwîn 

birijê” qezenç kirin. 

 

 

Back to top button