Cîhan

Nûneratiya hikûmeta Kurdistanê bi fermî li Vîyanayê hat vekirin

Li bajarê Vîyenayê paytexta Austiryayê, bi amadebûna Felah Mistefa berprisê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Sirûd Necîb sefîrê Îraqê yê li Austiryayê, Fredrîk Stîvt serokê beşê Rojhilata Navîn li wezareta derve ya Austiryayê û hijmareke wezîr û diplomatkaran, bi awayekî fermî nûneratîya hikûmeta herêma Kurdistanê hat vekirin.

Di merasima vekirina nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Viyanayê de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de pîrozbahî li Mistefa Remezan kir ku weke nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Austiryayê dest bi kar kir û got:

– Vekirina nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Austiryayê ji bo herêma Kurdistanê gelek giringe û herwesa ji bo avakirina têkeliyên dîrekt digel hikûmeta Austiryayê de derfetek gelel başe.

Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê got ku, nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveyê destûra Îraqa federal de tê vekirin û dê ji bo zêdetir xurtkirina têkeliyan di navbera Kurdistan û Austiryayê de bixebite.

Felah Mistefa di berdewamiya axavtina xwe de behsa têkeliyên dîrokî yên navbera her du aliyan kir û got:

– Hikûmeta Austiryayê di sala 1976ê de nêzîkî 100 penaberên kurd ji Îranê anîn bo Austiryayê û mafê rîniştinê dayê. Nuha ew kes di nav civaka austiryayî û kurdistanî de kesên diyar û berçav in ku, Mistefa Remezan ku nuha nûnerê hikûmetê ye yek ji wan 100 kesan e. di salên 1970, 1980 û 1990ê de, di qonaxên nexweş de, gel û hikûmeta Austiryayê gelek hevkarî û alîkariya gelê Kurdistanê kiriye û em sipasiya wan dikin.

Di çarçoveyê merasima vekirina nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê de, Felah Mistefa digel sefîrê Îraqê û nûnerê hikûmetê serdana wezareta karên derve ya Austiryayê kir û ji aliyê Maykel Spîndlîcer rawêjkarê wezîrê derve ve hatin pêşwazî kirin.
Di vedîtinekê de rawêjkarê wezîrê derve yê Austiryayê got ku, di destpêka sala bê de hikûmeta austiryayî dê ofîsa bazirganiyê li herêma Kurdistanê veke.

Back to top button