Eger min naçar bikin ez ê dest ji posta xwe berdim
Li gora nûçeya di ajansa AKnews de hatî weşandin, ev gotin di peyameke Talebanî de hat ku bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Lîsteya Iraqiye Eyad Elawî, Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û serkirdeyê di Baska Sedir de Mistefa Yaeqûbî şandiye wek bersivekê li ser daxwaza wan a derbarê vekişandina baweriyê ji Malikî.
Talebanî di wê peyama xwe de ku ji bal kenala “el-Hura” ya ku Amerîka sponseriya wê dike hatiye belavkirin, daxwaz kir ku kes “îstîfzaza” wî neke û tekîd jî kir ew ê dest ji posta Serokomar berde eger naçar be baweriyên xwe biguhare.
Talebanî bal kişand ku helwesta wî di civîna yekemîn a serkirdeyên siyasî de ku dawiya nîsana borî li Hewlêrê li dar ket, bê alî bû û wî ew kaxeza ji bal şêwirmendî wî Fexrî Kerîm ve hatibû amadekirin, îmza nekiriye û nehiştiye ti serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî îmza bikin.
Talebanî got, “Di civînê de min got ku pirsa vekişandina baweriyê wek guvaşekê ye û eger Hevpeymaniya Niştimanî yan Serokwezîr pêgirê rêkeftinên berê nebin, ez ê daxwaz ji parlamento bikim baweriyê ji Malikî bistîne.”
Talebanî got jî, “Me tekîd li ser pêdiviya cîbicîkirina rêkeftinên berê û yên pey re kiribû, lê we (serkirdeyên civîna Hewlêrê) mijar hemû xistiye vekişandina baweriyê.”
Derbarê îmzayên parlamenteran jî, Talebanî di peyama xwe de dibêje, “We got hejmara îmzayan 170 ye, lê tenê 160 îmza gihiştine ber destê min û dema min komîteya zanîna drustiya wan îmzayan ava kir, gelek parlamenteran telefona min kirin û daxwaza jêbirina îmzayên xwe kirin.”
Talebanî wiha pê de çû, “Eger me kêm û zêde kirin, hejmara îmzaya dê bibe 145 û eger me îmzayên parlamenterên YNKê zêde kirin dê bibe 156 îmza.”
Talebanî got jî, “Eger min xwestibane projeya vekişandina baweriyê sernekeve, min îmzayên parlamenterên YNKê tevlî nedikirin.”
Telabanî car din daxwaza sazkirina kongra niştimanî kir ji bo çareserkirina kirîza siyasî ya niha û got, “Eger Hevpeymaniya Niştimanî û Serokwezîr rêkeftinên berê û daxwazên rewa red bikin, wê demê ez ê baweriyê jê bistînim bê ku pêdivî bi îmzayên parlamenteran hebe.”
Talebanî 4 sedem ji bo redkirina daxwaza vekişandina baweriyê ji Malikî diyar kirin, her wiha red kir ku ev yek wek bergiriyekê be ji Malikî.
Sedemên Talebanî jî ev in:
– Serokatiya Wezîran para piraniya şîa ye û nabe bê wan daxwaza vekişandina baweriyê bê kirin, lê belê divê hewl bêne dayîn daku ew nûnerê xwe bo posta Serokwezîr biguharin.
– Ez dijî piraniya şîa û daxwaz û mafên wan nesekinîme û nasekinim jî û tev rêza min bo Baska Sedir, lê ew tenê nûneratiya çareka parlamenterên şîa dike.
– Hevpeymaniya Niştimanî ji min re gotiye ku ew amade ye rêkeftinan cî bi cî bikin û rêz ji rêkeftinên Hewlêr yên yekem û duyem bigire û wan berçav bigire.
-Serokomar dê bê alî be û çavdêriya kongra niştimanî bike û eger ji ber rewşê ez naçar bûm baweriyên xwe biguharim, ez ê dest ji posta Serokomar berdim û vegerim wek Sekreterê Giştî yê YNKê û bi serbestî kar bikim.