Oxir be herdu çavên min…

‘Bi xatirê te welatê min î delal’ Ehmed Kaya…
‘Hunermend azad e. Rêxistina hunerê û hununermedî/ê çênabe.Ger hebe, ew huner nabe hunera azad!’ Ehmed Kaya…
……………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………..
Berîya niha bi 10 salan, destê sibehê te çavên xwe girt û bi ricifeke şêrîn xatirê ji me xwest… Peyva te ya dawîn bû ; ‘Dicemidim, min bi welatê min binuxumînin’ û tu êdî nemir bû.
Em, ango ‘herdu çavên’ te,bi rêzdarî li hember ‘huner’ û ‘hunermendîya’ te bejna xwe ditewînin ‘herdu çavên’ me!
Peyva te dawîn bû ; ‘Dicemidim, min bi welatê min binuxumînin’ û tu êdî nemir bû.
Yên ku te ber bi nemirîyê ve hinartin, hêja jî quretî û bêhişîyan dikin…
Lêbelê êdî em dizanin bê di qûna kê de çend pûrt heye…
Ew welatê delal ê ku te xêtir jê xwest, hêja jî delal û ‘bindest’ e.
Zaroyên welêt bêrîya te dikin loooo herdu çavên min!!!
Em te ji bîr nakin ‘herdu çavên’ me ..
Em, ‘herdu çavên’ te,bi rêzdarî li hember ‘huner’ û ‘hunermendîya’ te bejna xwe ditewînin ‘herdu çavên’ me!
……………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………..
Ji straneke Kayayî ya bi navê ‘Banga Azad’ parçeyek ;
Pitika min, nikarim derewan li te bikim
tu yê ji min bixeyidî
birayê te dê rojekê ji çîyê vegere
yê ku biçe, paş ve venagere
tu nizanî pitika min
tu xeman mexwe, rêz ya min e
ez ê biçim pikita min
Tekane strana Kayayî bi zimanê dayikî wî : http://www.youtube.com/watch?v=uFepNQ5U1jk
Bîrbir Birûsk Aryan
[email protected]
16.11.2010
(nasname)