Nivîsar

Osman Baydemîr tiştên dibêje û ciyê lê disekine cûda ye

Osman Baydemîr bawer dikim nûha li derveyî welêt jiyana didomîne. Tiştên ji tirsa Dewletê û PKKê nedikarî bibêje gotiye. Gor baweriya min ya ku Osman Baydemîr kiriye, îsyanek e.

Ji bona Osman Baydemîr gotina “êdî bes e” ne xerîb e. Lewra ji bona derve her demê ev hevoka bi kar anîn. Lê vê yekê hîç wextekî di nav xwe de û li dijî zilûm û zorbatiya PKKê û xirabiya PKKê dike, kurdan dikûje, li hemû beşên Kurdistanê astengî û dagirkeriyê dike negotine û nabêjin “êdî bes e.”

Ez di wê baweriyê de me ku Osman Baydemîr di hevpeyvîna xwe de ji Dewleta Tirk re ne û ji proje wê PKKê re jî dibêje “êdî bes e.” An jî ez wusa şirove dikim.

Lê tiştên Osman Baydemîr dibêje û ciyê ew lê disekine li dijî hev in.

Osman Baydemîr çi dibêje:

1-Rejîmeke bê guhertin û xweveguhezîne tune ye û rejîmeke ceberut ya ji holê rabe heye. Ev rejîma demokrat jî nabe. Ev dewleta nabe komareke demokratîk.

 2- Hezar mixabin ew dewleta dewleta me (yanî dewleta kurdan) nîne. Ev meclîsa jî meclîsa me (kurdan) nîne. Divê em ji bona vê yekê hawar bikin.

3-Em gelek (neteyewek nabêje) in.

4- Tu eleqeya min (yanî kurdan) bi şerê nav kemalîstan ve tune ye.

5- Ji min re çiye Stenbol, Enqere, Îzmîra Tirkan?

6-Divê em êdî di mejiya gelê me de bi cî bikin ku, ew dewleta dewleta me (kurdan) nîne. Em vekirî bibêjin ku ev meclîsa  meclîsa me (kurdan) nîne.

7-Hêza me nikare zora dewletê bibe. Lê em dikarin zora xwe bibin û xwe terbiye bikin û ciyê xwe tespît bikin.

8-Dem hatiye ku em bi Tirkiyeyê re hêdî hêdî cîrandiya xwe bihûnînin (rêxin).

EZ Û EM KURDPERWER ÇI DIBÊJIN?

1-Osman Baydemîr, nêrînên kurdperweran û nêrînên min diparêze. Loma ez ji nêrînên wî re “erê” dibêjim. Heger di derbarê wî de ji bona ew nêrînên wî doz vebe û ew bê darizandin, ezê wek parêzêr beşdarî doza wî bibim û wî biparêzım.

2-Ez di wê baweriyê de me ku her kurdperwerek jî, ji van nêrînan re dê bibêje “erê”. Ez bawer nakim ku kesekî kurdperwer li dijî van nêrînan derkeve. Lewra ew nêrînên wan in.

LÊ TIŞTEKÎ AŞKERE HEYE KU DIVÊ OSMAN BAYDEMÎR ÇEND PIRSAN BERSÎV BIKE Û BI ZELALÎ JI RAYA KURD RE DIYAR BIKE…

1-Gelo te berê nedizanî ku dewleta Tirk ne dewleta kurdan e? Gelo heger te dizanî ku dewlet ne ya kurdan e, te çima heta nûha ew diyar nekir? Pêşiya te çi asteng hebûn? Ew astengî ji aliyê te de pêk hatin û an jî ji derve de de bi zorê li ser te ferz bibûn?

2-Tê dizanî ku Öcalan/PKK û HDPê dibêje ku dewleta heyî dewleta kurd û tirkan e. Gelo te çima bi wan re tevgeriyayî û an jî tevdigerî?

3-Gelo te nûha fahm kir ku ew dewleta nabe dewleteke demokratîk? An jî te berê jî dizanî dewlet demokratîk nabe? Lê te bi zorê gor nêrîn û teoriya Ocalan/PKKê ya “komara demokratîk” parast. Gelo nûha tu dixwazî ku vê nêrina xwe ya şaş rexne bikî û diyar bikî?

4-Nêrînên te ji aliyê HDPê ve sedî sed tên red kirin. HDP Kemalîzmê diparêzê û dewleta Tirk diparêzê. Beriya demeke nêzik hevserokê HDPê Mîdhad Sancar diyar kir ku Dewleta Kemalîst û Meclîsa wan demokratîk bû; hemû millet jî temsil dikir. Yanî digot ku dewlet û meclîsê kurd jî temsîl dikir. Daxwaz kir ku meclîsa îro jî wek dema Dîktatoriya Atatirk be. Tu li dijî Kemalîzmê yî. Tu dibêjî ku ew dewleta û meclîsa ne ya kurdan e. Tu jî endamê HDPê yî. Gelo tuyê ji HDPê îstifa bikî an na?

5-HDPê, rêxistina PKKê ye. Dibêje ez ne rêxistina kurd im. HDPê, nêrînên Ocalan û PKKê diparêze. PKK û Ocalan, ji Kemalîstan zêdetir Kemalîst in. Dixwazin Kemalîzmê rojane bikin. Ji nûve bixin jiyana Tirkiyeyê û kurdan. Gelo tuyê piştî ev nêrînên xwe û daxuyaniya xwe  parastina Ocalan û PKKê bidomînî an na?

6-Faşîzma Hîtler û Musolînî û Baasê û Stalîn û Kemalîzmê gelek vekiriye ku wek te jî diyar kiriye ne demokrat in. Nikarin bibin demokrat jî. Wek gelek aşkere ye ku PKKê jî bi wan rêxistin û rejîman re xwediyê heman qerekterê ye. Rêxistineke faşîst, otorîter-totalîter e. Gor baweriya te PKKê dikare bibe demokratîk?

7-Tu dibêjî ku “Ji min re çiye Stenbol, Enqere, Îzmîr a Tirkan. Divê em êdî di mejiya gelê me de bi cî bikin ku, ew dewleta dewleta kurdan nîne. Em vekirî bibêjin ku ew dewleta dewlat me (kurdan) nîne. Hêza me nikare zora dewletê bibe. Lê em dikarin zora xwe bibin û xwe terbiye bikin û ciyê xwe tespît bikin. Dem hatiye ku em bi Tirkiyeyê re hêdî hêdî cîrantiya xwe bihûnînin (rêxin). Dem dema hegemonyaya îdeolojiya nîne. Wext, dema hebûnê ye. Hemû îdeolojî qûrbana tîfaqa gelê Kurd be.

Partî û rêxistin wesita ne, ji bona xelasbûn û rizgarbûna gel. Armanc, azadkirina gel e. Loma divê em wesitayan nexin ber armancê. Ew roja azadiya dê bê. Lê em ji bona wê rojê ne amade nî. Em li du demokratîzekirina dewletê nî. Divê em vê enerjiyê, eforê, qûrbanan, ji bona tiştekî qet çê nebe serf dikin. Ew jî ne rast e.”

Gelo tu amade yî ku li dıjî hegemonyaya îdeolojiya PKKê derkevî.?

Gelo tu amaade yî ku raste rast li hemberî dewleta Tirk, serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê biparêzî?

Gelo tuyê nûha şûnve bes li Kurdistanê bijiyî an na? Tuyê ji bona parastina Kurdistanê bixebitî an na?

Diyarbekîr, 29. 05. 2020

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahî[email protected])

Eğer sorduğum sorulara doğru cevap vermezsen. Senin “doğrun”, “yanlışın” ve yanlış durduğun yer itibariyle ortadan kalkar.

Back to top button