Rûsya li rêya neftê desthilata xwe ya Iraqê bihêz dike

Rikeberiya dewletên bihêz li ser çavkaniyên uze û enerjiyê bi mebesta bihêztirkirina pêgehên xwe li ser nexşeya ûzeya cîhanê berdewame. Iraq bi berdewam wekî axake dewlemend bi çavkaniyên uzeyê tê temaşekirin û pêgeheke xwe ya girîng li ser wê nexşeyê da heye. Ji bo wê yekê jî rikeberiyeke ranegihandî ya wan dewletan li ser bestina peywendî û rêkeftina li gel Iraqê heye, bi taybetî Amerîka, Çîn û Rûsya. Raporek balkişandiye li ser zêdebûna desthilata Rûsya ya li warê neft li Başûrê Iraqê.

Ji wê dema kompanya “Lok Oîl”a Rûsî kêlgeha nefta Rojavaya Qurne-2 birêve dibe ku rojane nêzîkî 400 hezar bermîl neft berhem tîne, raporeke malpera “Oil Price” taybet ya warê uze û enerjiyê eşkere kiriye ku Rûsya hewla bihêzkirina desthilata xwe ya li warê nefta li Başûrê Iraqê dide, bi awayek li gel desthilatên li Herêma Kurdistanê biguncê û wekhev bê bi desthilatên Çîn ya li Başûrê Iraqê.

Rapor dibêje: Piştî ku kompanya “Rosneft” ku Igor Sechin kesayetiyeke nêzîkî Vladimir Putîn Serokê Rûsya Serokayetiya wê dike, karî li meha 11 a 2017 de kontrola kerta neft û gaza Herêma Kurdistanê bike. Niha Rûsya çavê wî li wê yekê heye sûdê ji Başûrê Iraqê jî bibîne. Raste li çend mehên derbasbûyî ji ber aloziyên Iraqê piştî kuştina Qasim Silêmanî, Rûsya hewla xwe dûr xistina ji Iraqê da, lê belê wiha mijule dîsa vedigerê. Eve jî piştî wê heftiya derbasbûyî Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê ragihand ku kompanyayên Rûsya amadene pereyeke zêde veberhênanê li kerta uze û enerjiya Iraqê de bikin.

Rapor balê dikşîne li ser wê yekê ku ew şêwaza Rûsya û ew axaftin berevajiya niyetên dinê Moskowa ne ku armanca wan zêdekirina amadebûna Rûsya ye li Başûrê Bexda. Li wê dema ku raporeke “Routers” li 2018 balkişand li ser wê yekê ku tevgerên “Rosneft” li Herêma Kurdistanê derdixe ku çawa Kiremlîn wê kompanyayê bikartîne wekî amrazek ji bo siyaseta derveya li cîhanê. Bi vê yekê jî armanc tenê ne bazirganî ye, belku ji bo bihêzkirina desthilata siyasiya Rûsya ye li Iraqê û Rojhilata Navîn.

Nerîna min :