Cîhan

Opozisyona Sûriyê kanaleke nû ya TVê vekir

Roja îna borî kanaleke nû ya opozisyona Sûriyê li ser heyva destçêkir ya Nile Sat dest bi pexşana xwe kir. Biryar e di vê kanala nû de programek bi zimanê Kurdî jî bê pêşkêşkirin bi navê Dengê Azadiyê (Sot El-Huriye).

Bi mebesta zelalkirina rastiya tevgerên millî ku ji 15ê adara borî û heya biha li Sûriyê berdewam in, hêzên opozisyona Sûriyê kanaleke nû bi navê Sûriya El-Şa`eb (Sûriya Gel) vekirin.

Ragehandina vê kanalê piştî kongireya zanayên Misilman bo piştgiriya gelê Sûriyê hat kirin, ku di nîvê heftiya bortî de karên xwe li Stenbolê bidawî anîn. Di danasîna kanala nû de hat diyarkirin ku “Kanaleke esmanî ye taybet e bi karûbarên Sûriyê bona piştgirîkirina gelê Sûriyê di serhildana wî de dijî sitem û zordariyê.”

Kanala nû li ser malpera xwe www.syriaalshaab.tv, peyama xwe diyar dike û dibêje: “Girêdana me bi Sûriyê û gelê wê ve ye, çeka me demokrasî û rûmeta mirovan e, em daxwaza azadî û nemana gendeliyê dikin. Em kanala tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê ne.”

Bernameya rojane ya kanala nû di dema niha de ku di bin testê de ye, ji 4 bernameyên rojane pêk tê, nemaze bernameya “nûçeyên şoreşê” û bernameyekî siyasî yê analîzî bi navê “peyva şoreşê.” Heya niha kanala nû hevpeyvîn ligel gelek kesan kiriye weke edîtorê berê yê kovara Beyan Dr. Mihemed Selman Abde, Şêx Muaz Hewa û çalakvanê siyasî Ebu Enes û efserê Sûrî yê berê Welîd Subhî Seqa. (Rûdaw)

Back to top button