Operasyona Tirkiyê xîzmeta çareser kirina pirsên Suriyê nake

Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK  Êrîşa li ser Efrînê protesto kirinRoja 23.01.2018an li Amedê li Teşkîlata PSKyê ya Amedê  Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK  bi daxuyanîyeke çapemenîyê Êrîşa li ser  Efrînê protesto kirin.Berpirsê Sîyasî yê Hereketa Azadî Sıtki Zilan, Endamê Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê  Vahit Aba, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek  û gelek endam û rêvebirin partîyan, rewşenbîr û sîyasetvan beşdarî daxuyanîya çapemenî bûn.Serokê Giştî yê PSKyê Daxuyanîya hevbeş ya bi Kurdî xwend. Pirsên rojnamevanan jî ji alîyê Sertaç Bûcak û Vahit Aba ve hatin bersîvdan. Daxûyanî:Ji Bona Çapemenî û Bîrûrayê GiştîÎro roja çaran e, Tirkiyê ligel Orduya Azad a Suriyê dest bi operasyona leşkerî kiriye. Nuçeyên, ku di medyayê da têne belav kirinê, nişan didin, ku Ji ber operasyona leşkeriyê hanê gelek kes hatine kuştin û birîndar bûn.Şer li hemu deran dibe sedema kareseta mirovî, vîrankarî, aloziya siyasî û ji hevketin û durketina beşên civakî. Bê guman di Efrînê da wê usa be.Ji hingê va, ku dewleta Tirk, derheqa pirsa Kurd da vegeriya siyaseta tundûtijiyê, daxwazên Kurdan yên azadî û demokrasiyê li seranserî Kurdistanê, li ser xwe xeter dihesibîne. Dewleta Tirk bi vê têgihiştina xwe ve, ligel Îran û Irak hevkarî çêkir û piştgiriya leşkerê Iraq û Heşdî Şabî kir, ku Kerkukê dagir bikin.Tirkiyê her bi vê têgihiştinê va, dij e ku Kurdan li Suriye xudanê statuyek bin. Dixwaze nişan bide, ku statuya Kurdan li Suriyê, xeter e li ser asayişa netewiya Tirkiyê. Pêşîlgirtina ava kirina “korîdora Kurd” wekî hincet bona operasyona Efrinê nişan dide. Lê belê navçeyên, ku wekî “korîdora Kurdî” tê bi nav kirinê, bi hezaran sal e, ku ya Kurdan e.Wekî li Tirkiyê û perçeyên dinê, mafê Kurdên Suriyê jî hene, ku welatê xwe bi rêva bibin û li welatê xwe bi azad bijin. Ligel vê yêkê daxwazên azadî û wekhevî yen Kurdan rewa û meşru ne û ji bona cigîr bûna aramî û azadî li navçeyê Rojhilata Navîn pêwîst e werin cî be cî kirinê.  Ji ber vê yêkê daxwaza statuyek a Kurdên Suriyê ne xeter e li ser Tirkiyê.Diyar e, operasyona leşkeriya Tirkiyê a Efrînê, xîzmeta çareser kirina pirsên Suriyê nake, berovajî dibe sedema aloztir bûna pirsgirêkan.  Ligel vê yêkê, bûyer û qewmandinên raburdu, nişan didin ku operasyonên hanê çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyê hîn dijwartir dike.Tirkiyê herçi zûtir divê operasyonên hanê, ku li ser aramiya xwe û navçe xeter e, bide sekinandinê.Divê Tirkan, Kurdan û hemu azadîxwaz û aşitixwazan dengê xwe li dijî tundûtijiyê û şerê hanê bilind bikin.Bîrûrayê cihanê, Yêkîtiya Milletan, Yêkîtiya Ewropa, NATO û Rêxistina Hevkariya Îslamî bona sekinandina serê hanê û çareser kirina pirsan bi şiweyê aşitî, divê dest bi kar bin.Şer ne çareserî ye, alozî û neçareserî ye.Divê pirsgirêkan, bi rêka diyalog û têgihiştina hevdu û aşitî were çareser kirinê.Operasyonên leşkerî yên derwayê sinoran, pirsa Kurd li Tirkiyê çareser nake. Çareser kirin di nava Tirkiyê da ye.Pirsa Kurd bi diyalog û giftugo, bi nasandina mafên netewî yên gelê Kurd, bi cîgîrtir kirina demokrasî ve tê çareser kirinê.23.01.2018Hareketa Azadi, PAK, PDK- Bakur ve PSK 

Nerîna min :