Davos: Berf, Trump û Kurd

Li Davosê nêzîkî du metran berf bariye û hevwelatiyên vê bajarokê dibêjin, ku 20 sal e bi qasî îsal berf li wê derê nebariye, lê belê wê berfê nekariye hatina Serokê Amerîkayê Donald Trump neke nûçeya yekem li Davosê.Em li Davosê ne ji bo 48. Korbenda Aboriya Cîhanê, navnîşana vê carê behsa dîtina pêşerojeke hevbeş e ji bo cîhana ji hev veqetiyayî ya niha.Sedema wê ji hev veqetiyanê li gorî nêrîna rêveberên wê korbendê, mêvanê çaverêkirî yê wan bi xwe wate serokê niha yê Amerîkayê ye.Trump weke serokê eniyeke nû ya popolîzmê ye ku konseptên dewlet û blokên heyî yên civaka navdewletî guherîne.Raporta salane ya Korbenda Davosê ku salane ji aliyê hezar pispor û tiwêjeran ve tê amadekirin, ji bo sala  2018ê behsa çend rîskan dike.Rîsk anko xetera sereke ev e ku guhertinên jeopolîtîk bilez çê dibin. Rapor behsa wê dike ku cîhan ber bi pircemseriyê ve diçe û cemserên berê namînin.Rûya vê pircemseriyê jî ji çêbûna hizra hikûmeta bihêz û ji aliyê serkirdeyên hin welatan ve dest pê kiriye.Donald Trump bi navnîşana Amerîkayê bo yekem car dixwaze ji nû ve rêveberiya Amerîka biguhere û pêwendiyên li gel cîhanê tenê li gorî berjewendiyên Waşingtonê xêz bike , bi awayekê ku amade ye alîkariya ji bo koçberan û dostên xwe rawestîne, madem ku xizmeteke temam nagihîne Amerîkayê.Çîn bi rêya çêkirina hikûmeteke bihêz dixwaze hemû tişt ji gelê wê re be. Fransa ya Macron jî bi heman konseptê dixwaze Fransayê ciyawaz bike. Putin û Erdogan jî diyar e ku çi dikin.Konsepta hikûmeta bihêz dibe sedema aloziya zêdetir di sala 2018ê de, ku bi vî awayî dibe: Yekem: Eger her hikûmetek di hizra mezinkirina hêza xwe de be, wê demê hêdî hêdî karê rêxistinên navdewletî û di serî de jî yê Netewên Yekgirtî ber bi lawazbûnê ve diçe û felc dike. Herwiha weke ku me dît Brîtanya jî bi çi şêweyekê Yekîtiya Ewropayê lawaz kir, ku London di wê baweriyê de ye, bixwe giring e û pêwîstî bi ti kesî nîne.Duyem: Çêbûna hikûmetên bihêz dibe sedema wê yekê ku aktorên navdewletî yên weke Kurd zêdetir bibin qurbanî. Baştirîn mînak jî me dît ku bi çi awayî Kurd li Iraqê û Sûriyê bûne qurbaniyê hezên çêbûna hikûmeta bihêz.Sêyem: Ev cure ji desthilatdariyê dibe sedema wê yekê ku ew welat di wê yekê de nerawestin ku tenê xwe bihêz bikin, lê belê destwerdanê li welatên din jî dikin û dixwazin li wan deran jî grûpên xwe hebin, bow ê jî Lubnan, Lîbya û Sûriyê mînakên baş in.Çarem: Hikûmeta bihêz bi wê yekê nasekine ku aktorên navdewletî ji nav dibe, lê belê welatên biçûk jî dixin metirsiyê û nahêlin bi awayekê serbixwe tevbigerin. Qeter welateke bihêz û dewlemend e, lê belê çimku biçûk e niha bûye armanca hikûmetên bihêz ên cîran û herwiha bûye proksiya welatên din ên bihêz.Wate trenda nû ya cîhanî ya desthilatdariyê ber bi bihêztirbûna navend û hikûmetên navendî ve diçe û yê ku dimîne, divê xwe li gel Trump û hevnêrînên wî biguncîne. Rûdaw

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: