Pentagon: Hêzên em pişgiriyê dikin divê tenê şerê DAÎŞê bikin

Ji Amerikayê di derbarê Efrinê de daxûyaniyek balkêş hate dayin.Dema êrîşa Tirkiye li ser Efrinê destpêkirî, YPG hêzên xwe yên li devera Cizîrê û li deverên din yên Suriye ji bo arîkariyê dixwaze rêke herêma Efrinê.Lê Amerika ji vê yekê ne keyfxweşe û di vê derbarê de berdevkê Pentagon Adrian Galloway Got: Em hêzên li dijê DAÎŞê şer dikin perwerde dikin, çekan didin wan û pişgiriyek mezin li wan dikin. Em fermanê nadin hêzên li deverê, ev ne karê meye û di pêwendiyên me de ev yek tuneye. Lê eger operasyonekî yan jî çalakiyekî ne li dijê DAÎŞê bikin ew pişgirya ku em didin wan winda dikin.Gallowav behsa lepta hêzên YPGê yên li devera Cizîrê kir û got: Eger hêzêk ji van hêza bêje em hêdî şerê DAÎŞê nakin û emê herin arikariya birayên xwe yên Efrînê, hingê tu pêwendiya me li gel wan namine û ew bi serê xwe dimînin.Berdewamiya axvtina xwe de Gallowaj dibêje : Ev yek ne tenê ji bo hêzên YPGê ye. Ji bo Hêzên li Başûrê Suriye li herêma Taifê jî dimînin derbas dibe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: