Cîhan
Operasyona“ Mertalê Firatê“ dawî bû
Tirkiye bi awayek fermî da zanîn ku operasyona Mertalê Firatê dawî bûye.Di civîna Konseya Ewlehiya Netewî de pirsa ketina Suriye û operasyona Mertalê Firatê hate nirxandin. Dawiya civînê de bi nivîskî dan xûyakirin ku operasyon dawî hatiye.Operasyon di 24.Tebax.1016ê destpêkirîbû. 7 meha berdewam kir. Di operasyon ji aliyê hêzên Tirkye û Arteşa Azad ve hate rêvebirin. Di vê operasyonê de bajarê Bab ji DAÎŞê hate standin .Di dema operasyonê de li gora daxuyaniya Tirkiye 71 efserê tirka jiyana xwe ji dest da.Herweha di daxûyaniyê de hatiye ragihandin ku niha tehdîta DAÎŞê li sinor de li ser Tirkiye nemaye. Lê tê ragihandin ku her dema pêwîstî hebe dê dest operasyonek din bikin.