Serokê Kurdistanê di civîna xwe yadigel sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) tekîd li ser encamdana referenduma ji bona serxwebûna Kurdistanê kir û ji sekreterê gitştiyê NY re got ku başûrê Kurdistanê did emek nêzîk de referenduûmê encam dide ûxelkê Kurdistanê daxwaz dike ku di vî warî de NY piştgiriya xwesteke cemawerê Kurdistanê bike.Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, roja 30.03.3017ê li bajrê Hewlêrê digel Antonio Guteres sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî civiya û çend pirsên aktuel di rojeva herêmî de gotûbêj kirin.Serokê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa bşûrê Kurdistanê kir û got ku di paşerojeke nêzîk de referendûma ji bona serxwebûna Kurdistanê tê kirin daku cîhan agadarî xwestek û biryara xelkê Kurdistanê ya di warê pêşeroja Kurdistanê de bibe.Serok Barzanî behsa çenga dijî terorîstên DAÎŞê kir û got ku efsaneya DAÎŞê li ser destê pêşmergeyê Kurdistanê hat şikandin û jinavbirin.Sekreterê giştiyê NY sipasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê kir ku hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorê hewandine û alîkariyên pêwîst jê re dabîn kirine û rola pêşmergeyê Kurdistanê di têkşikandina terorîstên DAÎŞê de bilind nirxand.